Nobeta Edaletê: Têkoşîna me ya ji bo azadiya Ocalan dê bidome 2024-02-16 17:14:26 NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakvanên Nobeta Edaletê diyar kirin ku heta azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk were dê têkoşîna wan berdewam bike.    Çalakiyên Nobeta Edaletê yên bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdeke girankirî de tê ragirtin û çareseriya pirsgirêka kurd hatine destpêkirin didomin.    STENBOL    Li Stenbolê jî bi pêşengtiya Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) Nobeta Edaletê hatibû destpêkirin di roja 67’an de berdewam kir. Navnîşana nobetê ya îro bû Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Kuçukçekmeceyê.    Li eywana çalakiyê pankarta “Ji bo avakirina jiyana azad em tecrîdê bişikînin û bibin dengê zindanan” hatibû daliqandin û çalakvanan pêşmalkên bi kurdî û tirkî nivîsa “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin.    Çalakvanên nobetê, di peyama dan de diyar kirin ku heta azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk were em ê têkoşîna xwe bidomînin.    AMED   Nobeta Edaletê ya li Amedê bi pêşegntiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) li avahiya DEM Partiyê ya Rezanê hatiye destpêkirin di roja 74’an de berdewam kir. Îro gelek kesan serdana nobetê kirin. Beşdarvanan xwestin tecrîd were rakirin. Beşdarvanan her wiha bi malbatên girtiyan re stranên kurdî gotin. Di çalakiyê de her tim dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin.    WAN   Çalakiya Nobeta Edaletê ya di pêşengtiya Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re  (TUHAY-DER) ya Wanê û malbatên girtiyan de hatiye destpêkirin, îro di roja 74’emîn de berdewam kir. Serdanên ji bo nobeta li avahiya Rêxistina DBP’a Bajêr didome, îro jî berdewam kirin. Endamê TUHAY-DER’ê Îsmet Yakût ê di “Meşa Mezin a Azadiyê” de cih digirt, îro tev li çalakiyê bû û wiha got: “Gund bi gund, bajar bi bajar, navçe bi navçe geriyan. Gel em bi coşeke mezin pêşwazîkirin. Em mafdar in û em ê bigihin armanca xwe. Em ê heta dawiyê piştgiriyê bidin çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan daye destpêkirin û Nobeta Edaletê ya malbatan daye destpêkirin. Heta ku tecrîda li dijî birêz Ocalan bi dawî nebe em ê ji têkoşîna xwe bi paş ve gavê neavêjin.”