Wergirtina îfadeyên rojnamevanan dest pê kir 2024-02-16 15:56:39   ÎZMÎR - 5 rojnamevanên ku 4 roj in li Îzmîrê di bin çavan de tên ragirtin, ji aliyê dozgeriyê ve bi daxwaza girtinê sewqî dadgehe hatin kirin. Wergirtina îfadeyên rojnamevanan a li dadgeriyê dest pê kir.     Nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Semra Turan, Delal Akyuz û Tolga Guney, nûçegihana JINNEWS’ê Melîke Aydin, nûçegihanê Gazeta Duvarê Cîhan Başakçioglû û xebatkara çapemeniyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Fatma Fûnda Akbûlût ku di 13’ê sibatê de hatibûn binçavkirin, piştî karûbarên îfadegirtinê yên li miduriyeta polîsan di roja 4’an de sewqî dozgeriyê hatin kirin.    Rojnamevanên ku bi kelemçeya bi paş ve li Edliyeya Bayrakliyê ya Îzmîrê ya sewqkirinê lê tên ragirtin, bêyî ku ji aliyê dozgeriyê ve îfadeyên wan bên wergirtin, sewqî Dadgeha Ceza ya Sulh hatin kirin. Wergirtina îfadeyên rojnamevanan a li dadgeriyê dest pê kir.