Endama SGDF’ê Polat hate binçavkirin 2024-02-16 14:57:57   STENBOL - Endama SGDF’ê Kalender Polat, bi hinceta parvekirinên xwe yên medyaya dîjîtal hate binçavkirin.     Endama Federasyona Komeleya Ciwanên Sosyalîst (SGDF) Kalender Polat bi hinceta parvekirinên xwe yên medyaya dîjîtal bi serdegirtina mala wê ya li navçeya Ataşehîr a Stenbolê hate binçavkirin. Polîsan di dema serdegirtinê de hewl da dest danîn ser telefonên aydê endamên din ên SGDF’ê. Piştî lêgerîna hate kirin, Polat hate binçavkirin. Polat birin Miduriyeta Polîsan a Stenbolê.