4 roj in nekarîn xwe bigihînin karkeran 2024-02-16 14:07:22   ERZÎNGAN - Hej jî nekarîne xwe bigihînin 9 karkerên ku li Licikê di bin hezaza madena zêr de mane. 8 kesên têkildarî bûyerê hatine binçavkirin jî sewqî edliyeyê hatin kirin.    Di 13’ê sibatê de li qada madena zêr a aydê Madenvanî ya Anagoldê ya li navçeya Licikê ya Erzînganê de hezaz çêbû û 9 karker di bin de man. Xebatên ji bo lêgerîna 9 kesan hatine destpêkirin didomin. Tevî ku 4 roj bi ser re derbas bûn hej jî nekarîne xwe bigihîni kesekî.    8 KES SEWQÎ EDLIYEYÊ HATIN KIRIN    Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Îlîcê ve têkildarî bûyerê hatiye destpêkirin de 8 rêveberên şîrketê hatibûn binçavkirin. Wergirtina îfadeya wan a li cendermeyê temam bû. 8 kes piştî kontrola tenduristiyê sewqî Edliyeya Îlîçê hatin kirin.