Tosûn ê AKP’î ku şaredarî veguherand şîrketa malbatê dîsa namzet e 2024-02-16 09:41:04   ŞIRNEX - Şaredarê bajaroka Giteyê Nadîr Tosûn ê AKP’î ku şaredarî veguherand şîrketa malbatê, ji aliyê partiya xwe ve dîsa weke namzet hate nîşandan.    Ji hilbijartinên 31’ê Adarê re ku rêveberên herêmî dê bên diyarkirin 44 roj man. AKP’ê namzetên şaredariyê yên Şirnexê, navçeyên girêdayî wê û bajarokan aşkere kirin. Piştî ku namzet diyar bûn hin kesan îstîfa kirin. AKP’ê biryar girt ku li bajêr li gelek navendan bi heman namzetan bikeve hilbijartinê. Yek ji cihê ku AKP bi heman namzetî bikeve hilbijartinê jî bajaroka Giteyê ya navçeya Silopiyayê ye. Şaredarê bajarokê yê niha Nadîr Tosûn jinûve weke namzet hate nîşandan.    Tosûn, cara ewil di hilbijartinên sala 2014’an de hatin kirin, ji AKP’ê bû şaredar. Di hilbijartinên 2019’an de jî li bajarokî jinûve hate hilbijartin. Tosûn ji roja ewil a hate şaredariyê ve xizmên xwe û xizmên kesên di şaredariyê de girtin kar. Tosûn, piştî hilbijartinên 2014’an kurê xwe Mehmet Kadrî Tosûn di şaredariyê de girtin kar. Hate zanîn ku Tosûn ê di şaredariyê de pozîsyona wî ya kar diyar nîne, bi salane di şaredariyê de mûçe distîne.    NE ŞAREDARÎ ŞÎRKETA MALBATÊ  YE   Tosûn, ji bilî lawê xwe xizmên nasên xwe yên di şaredariyê de jî wergirtin kar. Tosûn, kurê cîgirê şaredar Mahmût Yagiz, Ahmet Yagiz di hezîrana 2022’yan de; kurê Midûrê Karên Nivîsan Serkan Yîgît, Bedrî Yîgît di tîrmeha 2021’an de; kurê hesabgirê şaredariyê Nadîr Ozturk, Mûstafa Ozturk jî di tîrmeha 2021’an de wergirt kar.    MA / Omer Akin