30 meh in kurê xwe yê li ber lêhiyê ketiye digere 2024-02-16 09:36:17 AMED - Fatma Adak a ku kurê wê Faruk di sla 2021’an de li Sînopê di lehiyê de winda kir, wiha got: "Ez hîs dikim ku kurê min dijî, bila bi mijarê re careke din eleqedar bibin.” Ajokarê kamyonê Farûk Adak ku li ser nifûsa Amedê qeydkirî ye û di şîrketeke taybet a li navçeya Ayancik a Sînopê dixebitî, piştî lêhiya di 11’ê tebaxa 2021’an de winda bû û ji wê rojê agahî jê nayên girtin. Ev 3 sal in Adak nehat dîtin û malbata Adan bawer dike ku kurê wan hêj dijî. Sedema vê hêviya malbata Adak jî ew e ku Adak 2 meh piştî bûyerê ji koma WhatsAppê derketiye.   Dayik Fatma Adak tiştên hatine serê wê parve kir û xwest kurê wê were dîtin. Dayik Adak destnîşan kir ku piştî rabûna lehiyê, tîmên rizgarkirinê nekarîn xwe bigihînin herêmê, kurê wê xwe bi derfetên xwe xelas kiriye û derketiye ciheke bilind.  Bi domdarî Adak diyar kir ku li sinyala telefonê geriyaye û got ji hevalên xwe yên şantiyeyê re wiha peyam şandiye: “Bila helikopter ji nizm bifire. Min xelas bikin. Di rê de me, bi lez.”   Fatma Adak   BAWER DIKE KU KURÊ WÊ DIJÎ   Dayik Adak da zanîn ku wan giliyê fîrmaya ku kurê wê tê de dixebitî kirine lê çi encam bi dest nexistine û bal kişand ser sedema hêviya xwe ya peyamên WhatsApp’ê û got: “Piştî ku hesaba kurê min hate jêkirin, me bi komeke 30 kesên a xizman, 3 mehan xebata lêgerîn û rizgarkirinê da meşandin. Lê belê me der barê wî de tiştek bi dest nexist. Wek dayikek ez jî li ser wan girên bilind meşiyam û ez li kurê xwe geriyam. Êdî ez bawer dikim ku kurê min hişê xwe winda kiriye û xwe nas nake.”   Adak, destnîşan kir ku ew 3 sal in li benda agahiya ji navenda WhatsAppa li Amerîkayê were ne û da zanîn ku îxtîmala telefona kurê wê ketibe destê keseke din jî heye.    Adak, bi bîr xist ku piştî bûyerê qeymeqamtiyê nimêja cenazeyê kurê wê kiriye û wan jî li dijî vê rewşê îtîraz kirine. Adak, wiha bi dawî kir: "Ez hîs dikim ku kurê min dijî. Dixwazim bila careke din bi mijarê re eleqeder bibin.”