Endamê Meclisa Partiyê ya DEM Partiyê Karadag hat girtin 2024-02-15 19:18:13   SEMSÛR - Endamê Meclisa Partiyê ya DEM Partiyê Îzzet Karadag ê ku li mala xwe ya li navenda Rihayê hat binçavkirin, bi hinceta "endamtiya rêxistinê" û alîkariya ji bo mexdûrên erdhejê hat girtin.    Endamê Meclisa Partiyê ya DEM Partiyê Îzzet Karadag ê di çaçroveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Semsûrê de li mala xwe ya li Rihayê hat binçavkirin, sewqî Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya Semsûrê hat kirin. Karadag bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û alîkariya ji bo mexdûrên erdhejê hat girtin.