Dê îfadeyên rojnamegeran îşev bên girtin 2024-02-15 15:02:26   ÎZMÎR - Tê payîn ku karûbarê îfadegirtinê yê 5 rojnamegerên binçavkirî di saetên şevê de dest pê bike.    Nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Semra Turan, Delal Akyuz, Tolga Guney, nûçegihana JINNEWS’ê Melîke Aydin û nûçegihanê Gazete Duvarê Cîhan Başakçioglû di 13’ê sibatê de li Îzmîrê di encama serdegirtinên malan de hatibûn binçavkirin. Hat zanîn ku karûbarê îfadegirtinê yên rojnamegeran dê saetên şevê de dest pê bikin. Tê payîn ku rojnameger sibe sewqî edliyeyê bên kirin.