Ji parlamenterên DEM Partiyê pêşnûmeya tecrîdê 2024-02-15 13:49:38   ENQERE - Parlamenterên DEM Partiyê ji bo lêkolînkirina bandora tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a li ser geşedanên civakî, siyasî, aborî û hiqûqî yên Tirkiyeyê, pêşnûmepirsek dan Meclisê. Di pêşnûmeyê de hat xwestin ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin.    Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di salvegera komploya navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an a li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, pêşnûmepirsek dan Serokatiya Meclisê.    Parlamenteran di pêşnûmeyê de bi bîr xistin ku Abdullah Ocalan zêdetirî 25 sal in li Girtîgeha Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û 35 meh in jî tu agahî jê nayên girtin. Parlamenteran xwestin ku bandora tecrîda li ser Abdullah Ocalan a li ser geşedanên civakî, siyasî, aborî û hiqûqî yên Tirkiyeyê ji her alî ve were lêkolînkirin û rêyên çareseriyê bên dîtin. Bi domdarî parlamenteran xwestin ku li gorî xala 98’emîn a Destûra Bingehîn û li gorî xalên 104 û 105 ên Rêziknameyê, Lêkolîna Meclisê bê destpêkirin û Komîsyona Lêkolînkirinê bê avakirin.    Di hinceta pêşnûmeyê de wiha hate gotin: “Pirsgirêka kurd zêdetirî sed sal in didome û di roja me bû sedema mirina bi deh hezaran kesan, koçberiya bi milyonan mirovan û rê li ber windahiyên mezin ên aborî û civakî vekir û vedike.    DI BINGEHA KRÎZAN DE PIRSGIRÊKA KURD HEYE   Di bingeha krîzên piralî yên Tirkiyeyê de ev pirsgirêk heye. Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê bi rêyên aştiyane û demokratîk, di sala 2012’an de li Girtîgeha Îmraliyê di navbera Abdullah Ocalan û şandeyên hikûmet û dewletê de hevdîtin dest pê kirin û welêt kete ‘Pêvajoya Çareseriyê.’ Lê belê tevî hemû hewldanên Ocalan jî hikûmetê ev pêvajo di sala 2015’an de bi dawî kir û li polîtîkayên milîtarîst vegeriya. Di dîroka komarê de hewldana aştiyê ya herî sîstematîk û berfireh hate bidawîkirin, tecrîda li ser Ocalan hate girankirin û di nava 35 mehên dawî de jî bi tu awayî agahî jê nayên girtin.    REWŞA AGAHÎNEGIRTINA MUTLEQ HEYE   Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) di 5’ê tebaxa 2020’an de rapora xwe eşkere kir û rewşa agahînegirtina mutleq weke ‘incommunicado’ pênase kir û got ku ev pergala di meriyetê de îşkence ye. Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî jî di 6’ê îlona 2022’yan de xwest ku rewşa ‘incommunicado’ were bi dawîkirin û divê girtî bêyî ku bên astengkirin divê bikarin bi parêzerên xwe re hevdîtinê bikin. Lê belê ev biryara komîteyê nehat bicihanîn û ji bo bidawîkirina rewşa agahînegirtina mutleq tu gav nehatin avêtin.    SERMUZAKEREVANÊ PIRSGIRÊKA KURD OCALAN E   Tecrîda girankirî û rewşa agahînegirtina mutleq a li Abdullah Ocalan tê ferzkirin, nabe ku tenê sepaneke ji bo şexsekî taybet were dîtin. Abdullah Ocalan, di pirsgirêka kurd de ji hêla her kesî ve weke sermuzarekevan û aktorê sereke yê siyasî tê qebûlkirin. Lewma jî ev sepana dermirovî ya li dijî wî di meriyetê de, pergaleke tecrîdê ye ku bandorên wê yên giran ên polîtîk, aborî, civakî û hiqûqî li ser civakê hene.    TECRÎD JI ÎMRALIYÊ BELAVÎ HEMÛ GIRTÎGEHAN BÛ   Tecrîd ji Îmraliyê dest pê kir û li hemû girîgehan belav bû. Ev yek, tiştekî rashatî nîne. Girtîgehên bi tîpa hucreyê ku di salên 2000’î de bi Girtîgehên bi Tîpa F’ê nîqaşa li ser wan hat destpêkirin ku îzolasyoneke mezin hedef digire, bi lez û bez tê belavkirin. Girtîgehên ku weke girtîgehên bi tîpên Y, S û bi ewlekariya bilind tên binavkikrin, ji hêla psîşîk û fîzîkî ve texrîbateke mezin li ser mirovan dike. Girtî û hikûmxwar tên tenêhiştin, hewldan îradeya wan parçe bikin û tune bikin û ji hêla fîzîkî û ruhî ve jî tunekirinê esas digirin. Ev girtîgeh, weke ‘odeyên yekkesî’ hatine avakirin. Ev veguherîna li girtîgehan dest pêkirî ji ewil jî li Girtîgeha Girava Îmraliyê kete meriyetê û teknîkên rêvebirinê yên li ser bingeha tecrîdê jî li vir hatin pêşxistin.    QANÛNÊN OCALAN!    Sererastkirinên qanûnî ku weke ‘Qanûnên Ocalan’ tên zanîn û bandorê li hezaran girtî û hikûmxwaran dikin, divê di vê çarçoveyê de bên destgirtin. Yek ji sererastkirinên hiqûqî yên di şexsê Ocalan de hatine kirin jî bicihneanîna berdana bi şert e û girtina girtiyekî ya heta mirinê di girtîgehê de ye. Lê belê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di 18’ê adaqra 2014’an de têkildarî Ocalan ê li Girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin û ji bo wî biryara girtinê ya heta mirinê hatiye dayîn got ku binpêkirina xala 3’yemîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ye. Pêwistiyên vê binpêkirinê nehatin bicihanîn û gelek sepanên bi awayekî fîîlî li Îmraliyê ketin meriyetê di demên piştre de li girtîgehên din hatin belavkirin. Di vê çarçoveyê de, gelek hukm û sererastkirinên ji bo bisînorkirina hevdîtina parêzer-miwekîl ên di CMK’ê de cih digirin, encama pergala tecrîdê ya li Îmraliyê ne. Ji serdanên ziyaretvanan heta mafên telefon û ragihandinê girtî ji gelek mafên xwe bêpar tên hiştin û ev sepan tevek jî ji ewil li Girtîgeha Îmraliyê ketin meriyetê.    DAHATA NETEWEYÎ BI GIRANKIRINA TECRÎDÊ RE DAKET    Di serdema ‘Pêvajoya çareseriyê’ de tecrîd hate sivikirin û mirinên ji ber pevçûnan kêm bûn. Di vê serdemê aramî û hizûra li welêt zêde bû. Seerokwekîzê demê Recep Tayyîp Erdogan di sala 2013’an de got; ‘Yek ji encamên herî girîng ên pêvajoya çareseriyê teqez dê bibin daneyên aboriyê.. Bi pêvajoya çareseriyê re em mirovên xwe ji gefan xelas dikin û dê ji hêla aboriyê ve jî serdemekî nû bidin destpêkirin.’ Di sala 2013’an de dahata neteweyî derket asta herî jor û bi girankirina tecrîdê û destpêkirina pêvajoya şer re jî ev rêjeye daket. Tê gotin ku lêçûnên ku feraseta ‘ma hûn dizanin bê ka heqê fîşekekê bi çiqasî ye?’ ji bo şer xerc kirin, di nava 40 salan de trîlyon dolar derbas kiriye.    VEGUHERÎ TEKNÎKA BIRÊVEBIRINÊ   Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd û bidawîkirina şer, Ocalan hêj jî pozîsyona xwe ya siyasî ya sermuzakerevan diparêze û bi tecrîda li ser wî re krîza aborî her ku diçe girantir dibe. Di heman demê de tecrîda li Îmraliyê, êdî veguheriye teknîkekê rêvebirinê ya siyasî. Bi vê yekê re azadiya gel tê bisînorkirin, binpêkirin zêde bûne û bûye sedema krîzên darazî-hiqûqî û aborî. Sedema bingehîn a van krîzan jî tecrîda li Îmraliyê ye.    DAXWAZA BI MILYONAN KESAN: BILA TECRÎD BÊ BIDAWÎKIRIN    Ji ber van sedeman, ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk û aştiyane, di 27’ê mijdarê de li girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê hate destpêkirin, li gelek bajaran Nobetên Edaletê hatin destpêkirin. Di serî de li Tirkiyeyê, ev çalakî, xwepêşandan û kampanya li gelek welatan berdewam in. Daxwaza rewa û mafdar a bi milyonan kesan ew e ku pirsgirêka kurd li ser bingeha edalet, wekhevî û azadiyê û bi rêyên aştiyane û demokratîk were çareserkirin. Bi vê yekê re dixwazin rêya demokratîkbûna Tirkiyeyê jî were vekirin. Daxwaza ew e ku aştiya civakî ya di navbera gelan de bikeve meriyetê û dawî li tecrîda li Îmraliyê bê anîn. Rakirina tecrîdê, mecbûriyeteke.    DIVÊ LI ÎMRALIYÊ LÊKOLÎN WERE KIRIN    Di vê çarçoveyê de ji bo otorîteya siyasî ya heyî ji bo çareserkirina van pirsgirêkan xwedî îrade be, em dixwazin ku TBMM şert û mercên giran ên tecrîdê li Îmraliyê bi xwe lêkolîn bike, encamên geşedanên civakî, siyasî, aborî û hiqûqî yên tecrîdê derxîne holê û ji bo diyarkirina rêyên çareseriyê jî komîsyoneke lêkolînkirinê ava bike.”