Karkerên di bin axê de ev 3 roj in hêj nehatine dîtin 2024-02-15 11:32:24 NAVENDA NÛÇEYAN  - Ev 3 roj in karkerên di hezaza madena bisiyanûr a li navçeya Licikê de di bin axê de mane nehatine dîtin.    Di 13’ê sibatê de li qada madena zêr a bisiyanûr a aydê Şîrketa Anonîm a Madenvanî Pîşesazî û Bazirganiyê ya Anagoldê ya li navçeya Licikê ya Erzînganê de hezaz çêbû. 10 milyon metrekupên axê, ji berwaweriyê bi 200 metreyan bi qasî 800 metreyan kete xwarê. Wezareta Karên Hundir ragihand ku 9 karker di bin axê de man.    Ji bo dîtina karkerên di bin axê de komeke lêgerîn-rizgarkirinê ya ji zêdetirî 300 kesan pêk tê xebatên xwe didomîne. Ev 3 roj in hêj jî karker nehatine dîtin.    Tê gotin ku rakirina axa ketiye nava rûbar dibe ku bi mehan bidome.    KOMÎSYONA MECLISÊ HATE AVAKIRIN    Ji bo lêkolînkirina karesata li madena zêr a bisiyanûr, Komîsyona Lêkolînkirinê ya Meclisê hate avakirin. Li gorî biryara TBMM’ê ya di hejmara îro ya Rojnameya Fermî de hatiye weşandin, komîsyon ji 22 endaman pêk tê û dê 3 mehan bixebite.