Rêwiyên Azadiyê ji ber meşa Amarayê bi kelecan in 2024-02-15 10:13:55   NAVENDA NÛÇEYAN - Fînala “Meşa Mezin a Azadiyê” ku ji baskên Qers û Wanê hatibû destpêkirin îro dê li Amarayê bê kirin. Rêwiyên Azadiyê ku ev 15 roj in bajar bi bajar digerin û daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd dikin, ji ber Amarayê bi kelecan in.    “Meşa Mezin a Azadiyê” ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd di 1’ê sibatê de li Qers û Wanê hatibûn destpêkirin gihişt Rihayê. Rêwiyên Azadiyê yên derbasî navçeya Sêweregê bûn, ji ewil çûn serdana gora siyasetmedarê kurd Îbrahîm Ayhan ku di sala 2018’an de li Herêma Federe ya Kurdistanê krîza dil derbas kiribû û jiyana xwe ji dest dabû û Ayhan bi bîr anîn. Meşvan, li goristanê ji hêla malbata Ayhan ve hatin pêşwazîkirin. Ji vir jî çûn serdana gora Mahmût Zengîn ku di dema darbeya 12’ê Îlonê de li Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê li dijî îşkenceyê bedena xwe dabû ber agir û bi bîr anîn.    Meşvan, piştre jî derbasî navenda navçeya Sêweregê bûn û tevî barîna barana zêde jî ji hêla gel ve bi dirûşman hatin pêşwazîkirin. Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir, Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek, Hevserokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Şahîn Tumuklu, parlamenterên DEM Partiyê û nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên di meşê de cih digirtin, bi gel re dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” , “Bijî berxwedanan Îmraliyê”  û “Bijî azadî, bomre koledarî” berz kirin û meş li dar xistin.    PITIKA XWE BI BETANIYÊ PÊÇA Û MEŞ TEMAŞE KIR   Pîştî meş û daxuyanîyê, Rêwiyên Azadiyê berê xwe dan Curnê Reş. Li vir jî bi dahol, zirne û çîçekan hatin pêşwazîkirin. Meşvan, tevî xelkê navçeyê heta Gora Bîrdariyê meşiyan. Di tevahiya meşê de beşdaran dirûşmên “Bijî serok Apo”, “Bijî azadî, bimre koledarî” û “Şehîd namirin” berz kirin. Li cihê meşvan gihiştinê pankarta bi gotina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a “Me welatparêziya welatekî ku tu kesî nedikariya navê wî jî bilêv bike kir” hate vekirin.    Li Gora Bîrdariyê kadroyên pêşeng ên PKK’ê Salih Kandal û hevalên wî hatin bibîranîn. Malbata Kandal jî tev li bîranînê bû. Di dema bîranînê de xwişka Kandal zemar gotin û got: “Birayê min lê binêre lê binêre vaye rêhevalên te hatin.” Rêwiyên Azadiyê li heman goristanê çûn serdana kadroyên PKK’ê Halîl Çavgun û Cûma Tak jî û qurnefîl danîn ser gorên wan.    LI RIHAYÊ BI DOVÎZAN HATIN PÊŞWAZÎKIRIN   Rêwiyên Azadiyê piştre jî derbasî navenda Rihayê bûn. Di ketina bajar de bi dahol û zirneyan hatin pêşwazîkirin û girse derbasî pêşiya Navenda Kar a Ahmet Bahçivan. Girseya ku li vir disekinî, Rêwiyên Azadiyê bi dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û bi dovîz û lolîpopên “Dawî li tecrîdê bîne”, “Bila girtîgeha nebin malên mirinê”, “Dawî li tecrîdê bîne, rêya aştiyê heye” û “Jin, jiyan, azadî” pêşwzî kirin.    Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir li Rihaya ku weke bajarê pêxemberan tê zanîn bang li gel kir û ev tişt anî ziman: “Bi sedsalaye li Kurdistanê li dijî Fîrewnan, nûnerên xelkên mazlum Îbrahîm hene. Yê ku îro îbrahîman diparêze jî birêz Ocalan e. Me ji ber vê yekê dest bi vê meşê kir. Me ev meş ji bo wî da destpêkirin. Çawa ku Îbrahîm li dijî Fîrewn û Nemrûdan serî netewandibe, dê îro jî serî neyê tewandin. Dê ev meşa me teqez bi ser keve.”    Piştre jî Rêwiyên Azadiyê xwestin tevî gel meşê li dar bixin lê ji hêla polîsan ve hatin dorpêçkirin û destûra meşê nehat dayîn. Parlamenteran ev sepana derhiqûqî qebûl nekirin û rê li trafîkê girtin. Parlamenteran bi megafonên di destê xwe de armanca meşa xwe ji gel re vegotin.    ‘DITIRSIN’   Welatiyekî bi gotina “Ditirsin” bertek nîşanî dorpêça li ser parlamenteran da. Yekî jî bi gotina “Em dixwazin weke mirovan bijîn” piştgirî da parlamenteran.    Rêwiyên Azadiyê tevî dorpêça polîsan û baranê jî bi saetan dev ji meşa xwe bernedan û di encama biryardariya wan de polîs neçar man ku paşvegavê biavêjin. Rêwiyên Azadiyê ber bi avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Bajar ve meşiyan. Rêwiyên Azadiyê ji ber ku dê îro ber bi Amarayê ve bimeşin, ketine nava kelecaneke mezin. Rêwiyên Azadiyê ji 1’ê sibatê ve bajar bi bajar, navçe bi navçe digerin û gelek tiştên ku welatiyan di dema rêwîtiyê de ji bo Abdullah Ocalan dabûn wan jî dê radestî malbata Abdullah Ocalan bikin.    MA / Berîvan Altan - Emrûllah Acar