Xizmên windayan li dijî biryara ‘demboriyê’ bi bertek in: Em ê çawa ji bîr bikin? 2024-02-15 09:03:55   MÊRDÎN - Dosyeya 9 kesên li Midyadê di binçavkirinê de hatibûn windakirin, bi hinceta “demboriyê” hate girtin. Malbatên ku 29 sal in ji bo aqûbeta xizmên xwe hîn bibin têdikoşin wiha gotin: “Em ê piştî evqas tiştan çawa dest ji vê dozê berdin?”   Lêpirsîna sala 2012’an ya derbarê Şehmûs Eroglû, Husnî Çankaya, Nîhat Aydogan, Abdullatîf Şahîn, Tevfîk Ay, Mehmet Emîn Atûg, Şukru Demîr, Hîznî Bilmen û Abdulkadîr Demîr ên di navbera salên 1994 û 1996’an de, li navçeya Midyada Mêrdînê di bin çavan de hatine windakirin destpêkiribû, hate girtin.    Ji bo hinceta girtina lêpirsîna der barê fermandarê qereqolê yê demê Hîlmî Kahraman û binefser Mehmet Ziya Odabaş, Metîn Çetîn, Mûrat Sevîm û Adem Kiliç de hinceta “demborî” hate nîşandan. Di biryara hatiye dayîn de der barê kuştina 9 kesan de hate gotin ku “tu delîl nehatine dîtin.”   ÎTÎRAZA BIRYARÊ HATE KIRIN   Mehmet Emîn Atûg, Şukru Demîr, Hîznî Bîlmen û Abdulkadîr Demîr ji gundê Kerşafê ya navçeya Midyadê ne. Her çar kes jî de heman demê de xizmên hev in. Piştî ku çend kes ji gund tev li refên PKK’ê bûn, keyayê gund û 3 azayên pê re, hatin binçavkirin. Leşkeran îdia kirin ku her çar kesên hatine binçavkirin, hatine berdan lê belê ji wê rojê şûnde derbarê kesên hatibûn binçavkirin de tu agahî nehat stendin. Leşkerên qereqolê derbarê 4 kesên binçavkirî de ji malbatan re wiha gotin: “Her çar nav jî tev li PKK’ê bûne.”   Ji bo sedema girtina dosyeyê heman bersiva leşkerên qerekolê yên dema bûyer qewimîbû dabûn malbatê, hate nişandan. Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê lêpirsîn bi îdiayên “Hatiye nirxandin ku tev li PKK’ê bûne” û “Dibe ku ji hêla PKK’ê ve hatibin kuştin” da meşandin. Dozger îdia kir ku tu delîl nehatine dîtin û biryara demboriyê da. Endamê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) parêzer Erdal Kûzû îtîrazî biryarê kir.    LÊGERÎN 29 SAL IN DIDOME   Malbatên ku ji bo 4 xizmên xwe yên 29 sal berê hatine windakirin, têkoşînê didin meşandin, li dijî biryara dozger bi bertek in. Fatma Atûg hevjîna Mehmet Emîn Atûg ê di 70 saliyê xwe de hatibû windakirî ye. Heman demê Atûg dotmama Hiznî Bîlmen, xwişka Şukru û Abdulkadîr Demîr e.    Atûg bertek nîşanî tiştên hatine serê wan da û wiha axivî: “Gotin ku hatine berdan. Lê belê tu kes nehat. Şev carekê dengê guleyan hat. Pace û şûşe şikestin, firax, tepsî dolap tev ketin erdê. Her tişt qelibî ser mehfûrê. Bû sibeh, li derî xistin. Leşker û cerdevan hatibûn. Pirsa keça min kirin. Min jî got ku dewletê hevjîn û xizmên min birine û careke din nehatine berdan. Ji min re gotin ku, ‘Hevjînê te tev li PKK’ê bûye.’ Mala me bi ser serê me xera kirin. Lê belê em ê dest ji doza xwe bernedin. Em ê pirsîn û lêgerînê bidomînin. Du birayê min, Hecî Ahmet û pismamê min… Dê çawa ji bîr bikim?”    ‘DÊ ÇAWA JI BÎR BIKIM?’   Keça Atûg Zekiye Atûg destnîşan kir ku ew 29 sal in îşkenceyê dikêşin û wiha got: “Çi bibe bila bibe, em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin. Bi neviyên me jî be, dê ev doz bidome. Bavê min, 2 xalên min, pismamê min… Kî çi dibêje bila bêje, em ji doza xwe venagerin.”    Atûg der barê roja tiştên hatin jiyîn de ev tişt gotin: “22 nifûs di mala bavê min de bûn. Bi topan mala bavê min dan ber bombeyan. Mamê min ket xwarê. Mamê min ê din jî. Sewalên wî jî miribûn. Mala bavê min qûlqûlî kirin. Me xwest rojnamevan werin, tu kes nehat. Nehiştin dengê me were bihîstin. Ne dihiştin kesek were cem me, ne jî dihiştin ku em biçin cem kesekê. Serê dayika min şikandin. Bi daran lêdixistin. Di gund de kes nema ku lê nexistibin. Gundî hemû ji ber lêdanê bûn nîvmirov. Hemû kesên piştre mirine, jî ji ber îşkenceya wan mirin. Piştî ku ewqas tişt qewimin, êm ê çawa dest ji doza xwe berdin. Em ji doza xwe venagerin. Me îşkence dît, bila tu kes din nebînin.”   ‘BILA HESTIYÊN WAN BIDIN’   Şukriye Bîlmen a hevjîna Hîznî Bilmen ê di bin çavan de hatiye windakirin, destnîşan kir ku hevjîn û xizmên wê piştî ku çûne qereqolê careke din venegeriyan. Bîlmen destnîşan kir ku ew bi salan e ku ew hewl didin xizmên xwe peyda bikin û wiha got: “Bi tang û topan êrişî gund kirin. Li her kesê xistin û ji îşkenceyê derbas kirin. Heya serê sibê gund bombebaran kirin, gule barandin. Me got ku tu kes li gund nema. Hemû xanî xera kirin, sewalên me kuştin, mirovên me kuştin. Ewqas tişt kirin ku êdî nayên ziman.”   Bilmen diyar kir ku dema ew pirsa hevjîn û xizmên xwe kirine bersiva “Dema keça we hat, dê ew jî wê çaxê werin” dane wan û got: “29 sal derbas bûn. Me seri li her derekê da û me tu encam bi dest nexist. Hemû jî hecî bûn. Ew bi paş ve neanîn, çima hestiyên wan nadin? Em pey doza xwe ne. Bi qasî ku em sax bin em ê ji bîr nekin û em ê dest ji doza xwe bernadin. Bila hestiyên me bidin me da ku em fethekê bixwînin.”   ‘BIMRIM JÎ DEST JÊ BERNADIM’   Hevjîna Şukru Demîr, Sûltanî Demîr jî behsa têkoşîna ji bo dîtina windakiriyên xwe kir. Demîr diyar kir ku saziyên dewletê jê re gotine “Dest ji doza xwe berde, em ji te re mûçe girê bidin” û wiha got: “Bi qasî ku sax bim dê ji doza xwe venegerim. Ez ji bo muçeyekê neketim vê rêyê. Ji bo ku hesabê ji kesên vê yekê kirine bipirsim, ketim rê.”    MA / Ahmet Kanbal