Texsîvanên li Wanê qeyûm protesto kirin 2024-02-14 17:03:02 WAN - Ajokarên zema ji bo tarîfeya heqê rê kêm dîtine, Şardariya Bajarê Mezin a bi destê qeyûm tê rêvebirin protesto kirin.  Ajokarên texsîvanên li Wanê, zema Şaredariya Bajarê Mezin a bi destê qeyûm tê birêvebirin, kêm dîtin û li pêşiya şaredariyê qeyûm protesto kirin. Navenda Koordînasyona Veguheztinê (UKOME) rojên derbasbûyî bihayê siwarbûn-peyabûna texsiyan wek 90 lîre, vekirin û serê kîlometreya rê jî kiribû 25 lîre. Xwediyên plakayan zema hatiye kirin, kêm dîtin û destnîşan kirin ku bihayê hatiye kirin têrî mesrefên wan nakin. Sedan texsîvanên bi texsiyên xwe ve hatine li pêşiya şaredariyê û xwestin bihayê texsiyan jinûve were nirxandin.    Polîs bi hinceta qedexekirina çalakiyan a Walîtiyê hincet nîşan dan û destûr nedan ku texsîvan daxuyaniyê li dar bixin. Dîsa jî texsîvanan daxwazên xwe anîn ziman.    Daxwazên texsîvanan wiha ne:    “*Bila bihayê siwarbûn-peyabûnê bibe 100 lîre, * Serê kîlometreyê bibe 30 lîre,  * Vekirina texsîmetreyê jî bibe 30 lîre”