Erdogan bi Sîsiyê ku jê re digot ‘kujer’ û ‘darbekar’ re ye 2024-02-14 15:44:46   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan bi Abdulfettah es-Sîsî re hevdîtin dikir ku jê re digot “kuje” û “darbekar.”    Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan bi balafireke taybet çû Misirê. Erdogan ji hêla Serokkomarê Misirê Abdulfettah es-Sîsî ve hate pêşwazîkirin. Piştî sala 2013’an, cara ewil e di asta bilind de ji bo başkirina têkiliyên her du welatan serdanek hate kirin.    Çalakiyên ku weke "Bihara Ereban" tên binavkirin, cara ewil li Misirê hatin destpêkirin. Bi çalakiyan re rêveberiya Husnu Mubarek di sibata 2011’an de bi dawî bû û li şûna wî Muhammed Mursî ê Erdogan piştgirî didayê û li ser xeta Birayên Misilman bû desthilat. Mursî, piştî 8 mehan ji hêla Serfermandarê Artêşê Abdulfettah es-Sîsî bi darbeye hate xistin. Desthilata AKP’ê ya di çarçoveya polîtîkayên nûkirina Osmaniyan de piştgirî dabû Mûrsî, bi vê darbeyê re xeyalên wê nîvco man û têkiliyên her du welatan xerab bûn.    DI HER AXAFTINA XWE DE SÎSÎ HEDEF GIRT   Herî zêde Erdogan bertek nîşanî darbeya hatiye kirin da û hema bêje di her axaftina xwe de Sîsî bi gotinên “kujer”, “darbekar” hedef girt. Herwiha Erdogan ji bo hilbijartina sala 2019’an a herêmî de, ji bo namzetê Şaredariya Mezin a Stenbolê Bînalî Yildirim were hilbijartin mijar kiribû propagandaya hilbijartinê û wiha gotibû: “Me kefênê xwe li xwe kir û wisa ketin vê rêyê. Vê roja yekşemê ma em ê bêjin Sîsî yan Bînalî Yildirim?”   CAREKE DIN PAŞ DE GAV AVÊT   Mîna her carê, Erdogan niha jî gotina xwe li erdê hişt û ji bo hevdîtina bi Sîsiyê ku jê re digot "Ez ê tu caran pê re hevdîtinê nekim" berê xwe da Misirê.    DESTÊN HEV GIRTIN   Erdogan, di sala 2022’yan di vekirina maça Kûpaya Cîhanê ya li Qeterê de destê Sîsî girtibû. Piştî 12 salan ev hevdîtin dê bibe yekem serdana di asta herî jor de. Erdogan dê ji hêla Sîsî ve bi awayeke bi fermî were pêşwazîkirin û dê bi hev re daxuyaniyê bidin. Erdogan dê piştre jî tevî şandeya xwe bi Sîsî re xwarinê bixwe.