Meşvanên Azadiyê li Rihayê ne 2024-02-14 15:22:24   RIHA - Meşvanên ku ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji Amedê ketin rê, piştî Sêwregê û Curnê Reş, derbasî Rihayê bûn. Bi sedan kesî bertek nîşanê tecrîd û komployê dan û di axaftinên hatin kirin de hat diyarkirin ku Abdullah Ocalan di roja îro de li dijî Nemrûdan li ber xwe dide.   Siyasetmedar û rêxistinên saziyên sivîl yên demokratîk ku ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd ji Qers û Wanê bi rê ketin, piştî navçeya Sêwereg û Curnê Reş, derbasî Rihayê bûn. Di têketina Rihayê de meşvan ji aliyê gelek kesî ve hatin pêşwazîkirin û  li navçeya Halîliye bi gel re hatin gel hev.   Li ser navê meşvanan Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir axivî.   Bayindir der barê meşê de agahî da û da zanîn ku ji du  baskî dest bi meşê kirine û piştî 14 rojan şûnde gihiştine Rihayê û got: “Riha bajarekî pîroze. Îbrahîmî bi salane li Kurdistanê li dijî fîravunan têdikoşin. Îro Birêz Ocalan Îbrahimiyan diparêze. Me ev meş ji bo wî da destpêkirin. Gel çawa li dijî Fîravun û Nemrut serî netewand wê îro jî netewîne. Wê meşa me bigihêje armanca xwe. Tecrîdek giran li ser Birêz Ocalan heye. Hêviya me heye. Emê li Amarayê bin û vê berxwedanê mezin bikin. Em ê biserkevin.”   Piştî daxuyaniyê girse berbi vahiya DEM Partiyê derbasî meşê bûn.   Li ber avahiya DEM Partî ya Rihayê jî daxuyanî hat dayîn. Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek li wir axivî û da zanîn ku ev 14 rojin dimeşin û tevî her cureyê dagikirin û zextan ji azadiya xwe tawîz nedane û meşiyane. Çîçek her wiha bi lêv kir ku wê meşa xwe bidomînin.   Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.   Meşvanên Azadiyê Sibê wê ber bi Amarayê ve bimeşin.