Dadgeha Bilind got ‘sûc nîne’: Dozên KCD’ê têk çûn 2024-02-14 15:12:32   AMED - Dadgeha Bilind cezayê 10 sal û 6 mehan ê li Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya berê Hulya Alokmen hatibû birîn betal kir. Di hinceta biryara xwe de Dadgeha Bilind got ku delegetiya KCD’ê û tevlibûna xebatên wê bi tena serê xwe nabin sûc.   Di sala 2016’an de li dijî Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) lêpirsîn hatibû destpêkirin û di çarçoveya lêpirsînê de bi sedan kes hatin binçavkirin û bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin. Yek ji van dozan jî çendek roj berê li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate lidarxistin. Parêzer Cabbar Laygara hat darizandin û ji ber sedema “Xebatên di nava KCD’ê de bi tena serê xwe nabe sûc” biryara beraetê hate dayîn.    Piştî vê biryara 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran, Dadgeha bilind jî biryareke mînak da.    Hulya Alokmen ku di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên sala 2019’an de weke Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê hate hilbijartin û piştre bi biryara Wezareta Karên Hundir ji peywirê hate girtin; bi hinceta ku dema di sala 2012’an de Hevseroka Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê û Xizmêtên Civakî (SES) ya Amedê tev li çalakiyan bûye û delegeya KCD’ê ye, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hat darizandin û 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê 10 sal û 6 meh cezayê hefsê da. Di heman dosyayê de ji bo akademîsyen Îrfan Açikgoz jî 6 sal û 3 meh cezayê hefsê hatibû birîn.    Parêzerên her du kesan jî li dijî biryara dadgehê li Edliyeya Herêmî ya Amedê îtîraz kirin. Dadgeha Herêmê cezayê Alokmen daxist 7 sal û 6 mehan û cezayê wê erê kir.    Parêzeran îcar ji ber delîl û lêkolîna kêm, li 3’yemîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Bilind îtîraz kirin. Daîreyê, biryara Dadgeha Îstînafê betal kir.    'BI TENA SERÊ XWE NABE SÛC!’   3'yemîn Daîreya Cezayan di sedema betalkirina biryarê de biryar da ku delegetiya KCD’ê û cihgirtina di Komîsyona Tenduristiyê de “Ji bo endamtiya rêxistinê têr nake.” Bi domdarî Dadgeha Bilind wiha got: “ (…) Dema delegeya bajar a KCD’ê û di nava Komîsyona Tenduristiyê de cih digirt, di nava salên 2012-2013’an di hinek civîn, komîsyon, komxebat û konferansan de cih girtiype. Weke axêver an jî moderator çendek axatinên ne sûc kirine û di axaftinên wê de tundî tune ye. Ev çalakiyên wê ji bo weke endamtiya rêxistin têr nakin...”    BIRYAR DOMANDINA REWŞA GIRTÎ   Dadgeha Bilind ji bo Îrfan Açikgoz jî heman nirxandin kir û bi piraniya dengan biryara betalkirina biryarê da. Dadgeha Bilind xwest ku kêmasiyên di dozên heyî de bên temamkirin û lêpirsîn û dozên heyî bên nirxandin. Dadgeha Bilind biryar da ku rewşa girtî ya Alokmen bidome.