Têkildarî karesata madenê 4 kes hatin binçavkirin 2024-02-14 12:48:09   NAVENDA NÛÇEYAN - Di çarçoveya lêpirsîna têkildarî hezaza li madena zêran a li navçeya Licikê hatiye destpêkirin de 4 kes hatin binçavkirin.    Li navçeya Licik a Erzinganê li Madena Zêran Çoplerê ya aydê Şîrketa Anagold Madencîlîkê de hezaz çêbû. Têkildarî hezazê 4 kes hatin binçavkirin.    JI KARKERAN AGAHÎ NAYÊ GIRTIN    Li qada Madenê duh piştî nîvro li qadeke berfireh hezaz çêbû. Li gorî daxuyaniyên rayedaran, 9 kes di bin hezazê de mane. Hate diyarkirin ku hejmar zêdetir e. Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê di roja duyemîn de berdewam dikin, hêj ji karkeran agahiyek nehatiye wergirtin.