Walîtiya Dêrsimê ketina Erzînganê qedexe kir: 4 kes hatin binçavkirin 2024-02-14 12:27:52   DÊRSIM - Walîtiya Dêrsimê piştî hezaza li madena zêr a li Erzînganê çêbû, derketina endamên DEM Partî, ESP û Komeleya Hawirdorê ya Dêrsimê ya ji bajar qedexe kir û endam û rêveberên ÎHD’ê jî hatin binçavkirin.    Duh li madena zêr a navçeya Îlîç a Erzînganê hezaz çêbû. Endam û rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û Komeleya Hawirdorê ya Dêrsimê xwestin biçin cihê bûyerê. Lê belê Walîtiya Dêrsimê derketina wan a ji bajar qedexe kir. 4 endamên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ên dixwestin biçin Erzînganê jî hatin binçavkirin.    Hevserokê DEM Partiyê yê Dêrsimê Ozcan Gurtaş têkildarî mijarê agahî da û wiha got: “Em li derketina bajar hatin sekinandin. Biryara qedexeya ketin û derketina bajar a Erzînganê weke hincet nîşan dan.Gotin ku dê destûrê nedin tu kes biçe Îlîçê. Di derketina Dêrsimê de û di ketina Erzînganê de biryarên walîtiyên Dêrsim û Erzînganê weke hincet nîşan dan. Gotin ku heke hûn ji bo çûnê israr bikin dê mudaxile bikin.”    ESP’iyên ber bi Erzînganê ve ketin rê li ser Pira Mutiyê û endamên Komeleya Hawirdorê ya Munzurê jî di ketina navçeya Pilemûriyeyê de hatin sekinandin. Cendirmeyan biryara walîtiya Erzînganê nîşan dan û wiha ji şandeya ESP’ê re gotin: “Plakaya we hate dayîn, hûn nikarin bikevin bajar.”    Piştî hevdîtinan jî destûr hate dayîn ku şandeya ESP’ê bikeve bajar. Endamên Komeleya Hawirdorê ya Munzurê jî li benda destûrê en.    HEVSEROKÊN ÎHD’Ê HATIN BINÇAVKIRIN   Hevserokên Şaxa ÎHD’a Dêrsimê Gurbuz Solmaz û Gonul Sonbahar û endamên komeleyê Nilûfer Akdag û Gokmen Yeşîl ku dixwestin li herêmê lêkolînê bikin jî hatin binçavkirin. Komeleyê bi daxuyaniyekê xwest ku endam û rêveberên wan tavilê bên berdan û biryara qedexeya ketina navçeya Îlîçê tavilê bê rakirin.