Ji bo Silêman Ehmed dê li Dadgeha Federe ya Iraqê serlêdan bê kirin 2024-02-14 11:29:10   NAVENDA NÛÇEYAN - Parêzer dê ji bo edîtorê Rojnewsê Silêman Ehmed ku 113 roj in tu agahî jê nayên girtin, serî li Dadgeha Federe ya Iraqê bidin.    Rojnameger û edîtorê beşa erebî yê Rojnewsê Silêman Ehmed di 1’ê cotmehê de ji bo serdanê çû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Ehmed, di 25’ê cotmehê de xwest bi ser deriyê Pêş Xabûrê (Sêmalka) re derbasî Herêma Federe ya Kurdistanê bibe. Lê li vir ji hêla hêzên PDK’ê ve hate revandin û malbat, hevalên xebatê û parêzerên wî tevî gelek serlêdanan jî ev 113 roj in tu agahiyan jê nagirin.    Agahî li ber dest hene ku rojnameger Ehmed ji hêla saziya îstîxbaratê ya PDK’ê Parastinê ve hatiye binçavkirin.    JI EWIL GOTIN ‘LI VIR NÎNE’   Parêzerê Ehmed, Nerîman Ehmed Reşîd bi Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re axivî û got ku di rojên ewil ên binçavkirinê de xwestin xwe bigihînin Ehmed lê mafên wan ên rewa hatine binpêkirin.    Reşîd, ev tişt anî ziman: “Parêzer dikarin piştî 24 saetan bi miwekîlên xwe re hevdîtinê bikin. Agahî hat ber destê me ku Asayîşa Dihokê Suleyman Ehmed binçav kiriye. Lê Asayîşê her tim digot ‘li vir nîne.’ Piştî hewldanên gel û zextên hatin kirin, Asayî neçar ma ku daxuyaniyê bide û got; ‘Silêman Ehmed ji hêla me ve hatiye girtin.’”    BIRYARA DADGEHÊ NAS NEKIRIN    Reşîd, da zanîn ku piştî daxuyaniya Asayîşê dîsa ji bo hevdîtinê serî li Asayîşa Dihokê dane û wiha berdewam kir: “Lê destûr nedan me. Asayîşa Dihokê dîsa ji me re got ‘Silêman Ehmed li vir nîne.’ Me du caran serî li Dadgeha Dihokê da û her du caran jî dadger daxwaza me erênî bersivand û biryar da. Lê belê hêzên asayîşê ev biryar nas nekirin û binpê kirin. Li gorî xala 40’an a Destûra Bingehîn a Iraqê, hemû alî neçar in ku li gorî biryarên dadger tevbigerin. Lê belê hêzên asayîşê destûr neda ku em bi Silêman Ehmed re hevdîtinê bikin û bibin wekîlên wî.”    DÊ SERÎ LI DADGEHA FEDERE YA IRAQÊ BIDIN   Nerîman Ehmed Reşîd destnîşan kir ku li gorî xala 19’emîn a Destûra Bingehîn a Iraqê, divê parêzerê her girtiyekî hebe û bêyî parêzer tu kirarî nayên kirin. Reşîd, axaftina xwe wiha qedand: “Asayîşa Dihokê û hikûmeta Herêma Federe ya Kurdistanê bi awayekî eşkere Destûra Bingehîn binpê dikin. Em amadekariyan dikin ku serî li Dadgeha Federe ya Iraqê bidin. Asayîş û hikûmet destûrê nade em hevdîtinê bikin û her tim hinceta ‘li vir nîne, lêpirsîn hêj bi dawî nebûye’ nîşan didin. Hemû hewldanên me bêencam man. Em ê di demekî herî kin de ji bo Dadgeha Federe ya Iraqê serlêdanê bikin. Têkoşîna me ya hiqûqî dê bidome.”