Doza Kobanê: Hûn hebûna me didarizînin 2024-02-13 19:55:24   ENQERE - Siyasetmedara kurd a girtî Zeynep Olbeciyê ku yek bi yek bersiva tawanbarkirinan da, wiha bertek nîşanî îdiayên di mutalaayê de da: "Hûn hebûna me didarizînin."    Danişîna Doza Kobanê ya Hevserokên Giştî yên HDP'ê yên berê û endamên Lijneya RÊveber a Navendî ya HDP'ê jî di nav de 18 jê girtî 108 kes tên darizandin, li Hêwana Girtîgeha Sîncanê ya Dadgeha Cezayê Giran a 22'yan a Enqereyê didome.    Parêzerên endamê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Komîsyona Hiqûqê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û gelek kes wekî temaşevan tev li danişînê bûn. Danişîn piştî tespîtkirina nasnameyan, bi xwendina ewraqên daxilî nava dosyeyê hatin kirin dest pê kir. Di danişînê de endama Lijneya Rêveber a Navendî ya HDP'ê ya wê demê Zeynep Olbecî ya girtî parastin kir.    Olbeciyê parastina xwe bi kurdî kir. Olbeciyê di parastina xwe de bilêv kir ku dixwest xebatên kirine, daxuyaniyên xwe hevok bi hevok bixwîne, lê hewce nake û got: "Ez bi tiştên wiha têm tawanbarkirin ku! Ji min re tê gotin ku 'te referandûmê qebûl nekiriye, tu li ber wê rabûyî.' Dibêje 'Gava PKK'ê bi awayekî yekalî agirbest ragihandiye, tu li dijî operasyonan rabûyî.' Min di daxwaznameya ji Wezareta Dadê re şand gotiye 'Birêz Ocalan.' Min got ger 'Birêz' sûc be, ez careke din dibêjim 'Birêz Ocalan' û xwe îxbar dikim. Gava ez hatim binçavkirin, ev wekî delîl esas nehat girtin, lê dozger vê wekî delîl da ber min. Her wiha dozger di sala 2009'an de ez girtime û xistime girtîgehê. Ji bo van îdoayan bisipêre tiştekî hin tişt sêwirandine û derpêş kiriye ku ez di sala 2009'an de di girtîgehê de bûme! Ma ez wê çaxê di girtîgehê de bûm? Hemû doz û lêpirsînên der barê min de kom kirine. Ev tenê ne nêzîkatiya dozgerê dosyeyê, nêzîkatiya tevahiya pergala li Tirkiyeyê ye. Wekî Ahmet Turk gotiye, 'hûn hebûna me didarizînin.'"    Piştî beyanên Olbeciyê danişîn taloqî sibê hat kirin.