Meşvanên Azadiyê li ber Minareya Çar Ling in: Ji xeynî azadiyê tu rê rêyeke din tune ye 2024-02-13 16:46:19   AMED - Hevserokê Giştî ya DBP’ê Keskîn Bayindir ku di daxuyaniya Meşa Azadiyê ya Mezin ya li ber Minareya Çar Ling de axivî, got: “Divê tecrîd bê şikandin û azadiya fizîkî ya birêz Ocalan bê misogerkirin. Wekî din tu rêyeke din tune ye."    Her du baskên Meşa Azadiyê ya Mezin ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û bi awayekî demokratîk çareserkirina meseleya Kurd 13 roj in bajar bi bajar dewam dike, li Amedê li hev civiyan û 4 saetan çalakî li dar xistin. Parlamentera DEM Partiyê Newroz Ûysal di daxuyaniya çapemeniyê ya li ber Minareya Çar Ling de axivî û got: “Ji Wan û Qersê bêyî em bêjin berf û zivistan e, em meşiyan. Em ji bo azadiya birêz Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd heta vir hatin. Ev rê rêya azadiya birêz Ocalan e."   ‘DIVÊ HER KES BI ME RE HEREKET BIKE'   Piştre Hevserokê Giştî ya DBP’ê Keskîn Bayindir axivî û got: “Em bi hezaran kîlometre rê meşiyan û hatin Amedê. Gelê me di rê de piştgirî da me. Em spasiya wan hemûyan dikin. Me xwest pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk çareser bibe. Muxatabê vê pirsgirêkê birêz Ocalan e. Ev sedsal in siyaseta înkar, asîmîlekirin û qirkirinê li ser kurdan tê meşandin, lê nikarin vê pirsgirêkê çareser bikin. Îro bi hezaran polîs anîne vir, lê dê tu encamê ji van polîtîkayan negirin. Ev meş û berxwedan ne 13 roj in. 100 sal berê dest pê kiriye û ev berdewamiya wê ye. Pirsgirêkên li Kurdistan û Tirkiyeyê her ku diçe girantir dibin. Banga me ji her kesî re ew e ku rê û rêbazek ji bo çareseriya aştiyane ya vê pirsgirêkê bibînin. Kes dê bi vê pirsgirêkê negihêje tu cihî. Ev pirsgirêk divê awayekî bi rûmet û aştiyane bê çareserkirin. Çareserkirina wê jî tenê ne li ser milê me ye. Her kesê ku li vî welatî aştiyê dixwaze, pêwîst e berpirsyariya xwe bi cih bîne."   ‘PÊŞENGÊ BERXWEDANÊ OCALAN E'   Bayindir bal kişand ku ev 100 sal in kurd li ber xwe didin û wiha berdewam kir: “Ev sedsal bi berxwedana gelê kurdan hat roja îro. Rêberê vê berxwedanê birêz Ocalan e. Divê tecrîd bê şikandin û azadiya fizîkî ya birêz Ocalan bê misogerkirin. Ji bilî vê tu rê tune ye. Daxwaza me aştiya birûmet e. Ji Wanê heta vir gelê me piştgirî da me. Em ê teqez daxwazên gelê xwe pêk bînin."   Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan û firandina kevokên aştiyê bi dawî bû.