Erdogan û Barzanî hevdîtin kir 2024-02-13 16:18:46   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan û Serokwezîrê Herêma Federe ya Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Dubaiyê di Lûtkeya Hikûmetan a Cîhanê de hevdîtin kir.    Li bajarê Dubaî yê Mîrnişînên Ereban ên Yekbûyî bi sernavê “Teşedayîna Hikûmetên Pêşerojê” Lûtkeya Hikûmetan a Cîhanê hat lidarxistin. Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan û Serokwezîrê Herêma Federe ya Kurdistanê Mesrûr Barzanî di lûtkeyê de hevdîtin kirin. Hat zanîn ku Berpirsyarê Ofîsa Têkiliyên Karên Derve yê Herêma Kurdistanê Sefîn Dizayî jî di hevdîtinê de amade bû.