Çiyayê Bagokê tê bombebarankirin 2024-02-13 15:43:47   MÊRDÎN - Çiyayê Bagokê yê ji duh ve pevçûn lê diqewimin ji hêla balafirên şer ve tê bombebarankirin.   Duh li Çiyayê Bagokê yê li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê pevçûnên dijwar derketin û gelek leşker di van pevçûnan de birîndar bûn. Leşkerên birîndar bi helîkopteran sewqî Nexweşxaneya Dewleyê ya Midyadê hatin kirin. Îro derdora saet 14.40’an, çolterên Çiyayê Bagokê ji hêla balefirên şer ve hatin bombebarankirin.    Piştî bombebaranê, ji navçeyên derdorê gelek leşker sewqî herêmê hatin kirin.    Hat zanîn ku li herêmê bi taybetî jî li herêma Omeriyayê liv û tevgera leşkeran berdewam dike.