Li Geverê ajokarên servîsan kontak girtin: Bi hezaran xwendekaran mexdûr bûn 2024-02-13 14:49:16   COLEMÊRG - Ajokarên servîsên dibistanan li Geverê ji ber ku heqdestê xwe wernagirin kontak girtin. Bi hezaran xwendekar mexdûr bûn.    Ajokarên servîsên xwendekaran ên Gever a Colemêrgê bi sedema ku fîrma heqdestê wan nadin, di 5’ê sibatê de kontak girtin. Li navenda Geverê, 22 gund û gelek mezrayên wê bi hezaran xwendekar ji ber vê rewşê mexdûr bûn. Serlêdanên ji bo saziyên têkildar jî bêencam man. Ajokarên kontak girtin jî gotin ku mexdûr bûne.    Hat zanîn ku heta heqdest neyên dayîn dê ajokar kontakan venekin. Hinek ajokar dibêjin ku pereyê nehatiye dayîn li bankayên cuda ji bo faîzê hatin razandin.    DEM PARTIYÊ PÊŞNÛMEPIRS DA MECLISÊ    Parlamentera DEM Partiyê ya Colemêrgê Oznûr Bartin mijara behsa xeberê xist rojeva Meclisê û bi daxwaza ku Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Yûsûf Tekîn bibersivîne pêşnûmepirs da Meclisê. Di pêşnûmepirsê de ev pirs kir:    "*Gelo wezareta we jê haydar e ku ajokarên servîsên dibistinan ji ber ku fîrmaya pê re dixebitin heqê wan nade kontak girtine?    * Sedema nedayîna heqdestê ajokarên servîsan çi ye?    * Gelo rast e ku ajokarên vî karî dikin gelek caran vê pirsgirêkê dijîn?    * Ji ber nedayîna heqê ajokaran gelo heta niha ti zext li fîrmayan hatiye kirin?    * Ji bo ev rewşa ku nêzî 2 hezar û 100 xwendekar mexdûr kirî gelo tu hewldanên we hene?    * Sedema neçareserkirina pirsgirêkê ya Midûriyeta Perwerdeyê ya Neteweyî ya Navçeyê, qeymeqamtî û walîtiyê çi ye?”