‘Meşa Azadiyê’ li Amedê bi saetan dom kir û coşeke mezin hebû 2024-02-13 11:05:00 AMED - Siyasetmedar û nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên di “Meşa Mezin a Azadiyê” de cih digirin piştî 13 rojan xwe gihandin Amedê. Amediyan, meşvanên ku bi saetan meşiyayîn bi coşeke mezin pêşwazî kirin. “Meşa Mezin a Azadiyê” ku bi pêşengtiya siyasetmedar û nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk hatiye destpêkirin, di roja 13’emîn de gihiştin hev. Kesên di baskên meşê de cih digirin, li Taxa Palûkeyê gihiştin hev û ber bi Amedê ve dest bi meşê kirin.    Xelkê Amedê Meşvanên Azadiyê li pêşiya Navenda Kargehan a Ceylanê pêşwazî kirin. Tevî astengiyên polîsan jî welatiyan meşvan bi coşeke mezin pêşwazî kirin û gelek caran dirûşên “Bijî berxwedana zindanan” û “Berxwedan jiyan e”, “Em bêdeng nabin, natirsin û serî natewînin” û “Bijî azadî, bimre koledarî” berz kirin.    'EM Ê SERÎ NETEWÎNIN’    Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir li vir bang li gel kir û wiha got: “Ev meş dê bigihije armanca xwe. Me heta niha tu carî li hemberî zextên we serî netewand û dê netewînin. Hûn ê nekarin bi rêya van polîtîkayên bêzarkirinê rê li ber gelê me bigirin. Em li vir bi hezaran kes in.”    'HER KOLAN QADA ÇALAKIYÊ YE’    Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan jî wipha got: “Ji bo me her kolana Amedê qada çalakî û meşê ye. Em ê kolan bi kolan bigerin û armanca meşê vebêjin.”    DAYIKÊN AŞTIYÊ TEV LI MEŞÊ BÛN    Dayikên Aştiyê dorpêça li pêşiya Ceylan AVM’ê derbas kirin û tev li meşvanan bûn. Dayikên laçikspî meşvan bi qurnefîlan pêşwazîkirin. Dayikan, li gel meşvanan stran gotin û coşa meşê hêj mezintir kirin. Di hevdîtinê de gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana Îmraliyê" û "Bijî berxwedana zindanan" hatin berzkirin. Gelek welatî jî li şaneşînên malên xwe tev li vê coşê bûn.    RÊ JI TRAFÎKÊ RE HATE GIRTIN   Piştî gefa “mudaxileyê” ya polîsan, parlamenteran rê ji trafîkê re girtin. Piştî rakirina dorpêçê jî meş dest pê kir.    MEŞ BI SAETAN DOM KIR    Meşa ku li pêşiya AVM’a Ceylanê dest pêkir, heta navçeya Sûrê berdewam kir. Bi hezaran polîsan di tevahiya rêyê de çalakvan dorpêç kirin. Lê belê tevî vê yekê jî nekarîn coşa gel asteng bikin. Welatiyên di şaneşînên malên xwe de û li ser cadeyan jî meşvan silav kirin.    Li pişt Oryil Petrolê û semta Ofîsê bi sedan kesan meşvan bi dirûşma “Bijî Serok Apo” pêşwazî kirin. Gelemperiya girseyê ciwan bûûn. Tevî mudaxileya polîsan jî ciwanan li kolanan dirûşm berz kirin. Piştî meşa 4 saetan, meşvanan xwe gihandin Cadeya Gaziyê û piştre jî heta pêşiya Mînareya Çarling meşiyan.