Li Antalyayê lêhî rabû: Perwerde hate taloqkirin 2024-02-13 10:30:45   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Antalyê piştî barana zêde lêhî rabû. Li 5 navçeyên bajêr perwerde hate taloqkirin.   Duh bi şev li Antalyayê baranek zêde barî û bager rabû. Baranê serê sibehê bandora xwe li navçeyên navendê zêde kir û bagerê jî li perava behrê hin dar ji kokê derxist. Herwiha bagerê pêlên avê jî bilind kir.    JÊRBUHÛR TIJE AV BÛN   Ji ber barana zêde lêhî rabû û ava lêhiyê ket nava hin kargeh û malan. Wesayîtên li ser cadeyan ber ava lêhiyê ketin. Di jêrbihûran de av kom bû û ji trafîkê re hatin girtin.    Walîtiyê ragihand ku li navçeyên Aksû, Doşemealti, Kepez, Konyaalti û Mûratpaşayê perwerde rojekê hatiye taloqkirin.