Qeyûman ji bo ronîkirina pirê 6 milyon TL xerc kir 2024-02-13 09:07:42   ŞIRNEX- 4 qeyûmên tayinî Şaredariya Cizîrê hatin kirin, ji bo ronîkirina pira li navçeyê 3 caran îhale çêkirin. Ji bo ronîkirina pirê ya ku neqediyaye 6 milyon û 120 hezar TL hatiye xerckirin.     Ber bi hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê ve li Kurdistanê polîtîkayên qeyûman ê talankirinê jî her roj zêde dibin. Şaredariya Cizîr ya Şirnexê ku di 11’ê Îlona 2016’an de Faîk Arican wekî qeyûm tayinî wê hatibû kirin, pira kevirî ya ku ji 300 metreyî pêk tê, dabû ber îhaleyê û dest bi çêkirina wê hatibû kirin. Hatibû gotin ku dê di salek û nîvekê de biqede, lê belê şîrketa Egecen Akaryakit Nakliyat Înşaat Turizm Sanayi Ticaret Anonim Şirketi û Pek-Er İnşaat Sanayî û Ticaret Limited Şirketiyê ku îhaleyê girtibûn, 7 sal in pirê temam nekirine. Ji bo heman pirê 3 caran îhale hat çêkirin dayin û 2 caran jî jî hat revîzekirin. Pira ku bi her îhaleyê lêçûna wê zêde dibe, ji bo 104 milyon û 50 hezar û 553 lîre pere hat xerckirin.    6 MÎLYON Û 120 HEZAR LÎRE HAT XERCKIRIN   Dihat payîn ku pir di 20’ê Gulana 2023’yan de biqede, lê xebatên li ser pirê hêj neqediyane û ev yek bû sedema gengeşiyê û bertekan. Qeyûmên ku karê ronîkirina pirê dane Şîrketa Cizîr Eroglû ya Elektîrîkê, ji bo ronîkirina pirê 6 mîlyon 120 hezar TL xerc kirine.