Girtiyên muayeneya bikelemçe red kirin hatin îşkencekirin 2024-02-12 16:41:09 MERSÎN - Girtiyên ketine greva birçîbûnê û ji bo muayeneye birin nexweşxaneyê, ji ber muayeneya bikelemçe red kirin hatin îşkencekirin.    Girtiyên ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd ketine greva birçîbûnê, rastî binpêkirina mafan tên. Hat destnîşankirin ku girtiyên li Girtîgeha Tîpa S a Manavgata Antalyayê û Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Dûmlû ya Erziromê tên ragirtin, rastî îşkenceyê hatine.   Li gorî agahiyên ji Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çukurovayê (Çukurova TUAY-DER) hatine girtin; dema girtiyên edlî dibin nexweşxaneyê kelemçeya normal li wan dikin lê belê dema girtiyên ketine greva birçîbûnê dibin nexweşxaneyê ji pişt ve bi kelemçeya plastîk tên kelemçekirin.    Hat destnîşankirin ku girtiyên muayeneya bikelemçe red dikin rastî îşkenceyê tên. Girtiyên ji mafê tenduristiyê bêpar hatine hiştin, rastî nêzîkatiyên derveyî rûmeta mirovahiyê hatin.    Rêveberên komeleyê diyar kirin ku girtiyên di Girîgeha Tîpa S a Manavgatê de ketine greva birçîbûnê hêj jî rastî ferzkirina xwarina xwarinê tên.