Bertek nîşanî girtina parêzerên ÇHD’î dan 2024-02-12 14:36:22 ÎZMÎR - Rêxistinên pîşeyî yên hiqûqê ku bertek nîşanî girtiyan parêzerên endamên ÇHD’ê dan, xwestin girtinên keyfî bên bidawîkirin û hempîşeyên wan demildest bên berdan.    Rêxistinên hiqûqê yên li Îzmîrê, têkildarî endamên Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) ên li Stenbolên hatin girtin li Şaxa ÇHD’ê ya li Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xistin. Di daxuyaniya ku nûnerên rêxistinên hiqûq û mafên mirovan tevlibûn de rêvebera Şaxa ÇHD’ê Tûgçe Nazli Akin axivî.    Akin, diyar kir ku bi şikandina deriyan ketine Buroya Hiqûqê ya Gel û anî ziman ku dest danîna ser evraq û naveroka dosyayên parêzeran ên têkildarî muwekîlên wan. Akin, bi lêv kir ku pêvajoya binçavkirinê û ya hiqûqî ya pişt re bi awayekî keyfî hate pêşvebirin û wiha got: “Dema hempîşeyên me li dadgeriyê parastinên xwe dikirin, li eywanê polîsên birûpoş ên biçek ên têkoşîna biterorê re jî li wir amade bûn. Di dawiya pêvajoyeke evqas keyfî de hempîşeyên me bi hinceta lêkolîna materyalên weke CD, flash bellek ên hatine desteserkirin xelas nebûye hatin girtin.”   ‘DIVÊ BÊN BERDAN’    Akin, destnîşan kir ku medyaya sereke bi binpêkirina pêşbiniya bêsûciyê têkildarî parêzeran nûçeyên derew weşandin û wiha berdewam kir: “Em weke Komeleya Hiqûqnasên Hemdem destnîşan dikin ku em ê li dijî van êrişan serî netewînin û em ê parastina hempîşe û pîşeya xwe bidomînin. Em ê destûr nedin ku desthilat û daraza ketiye bin kontrola wê zordariyê û keyfiyetiyê normal bikin. Girtin ji bilî bilindkirina biryardariya têkoşîna me bi kêrî tiştekî nayê. Divê parêzer Nazan Betul Vangolu Kozagaçli, Dîdem Baydar Unsal û Seda Şaraldi demildest bên berdan.