Dayikên Aştiyê yên Sêrtê: Heke Serok derkeve dê aştî ji bo me jî ji bo tirkan jî pêk were 2024-02-12 09:38:06   SÊRT - Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ku li Sêrtê pêşengtiya baskê “Meşa Mezin a Azadiyê” yê Qersê kirin, banga tevlibûna meşê kirin û wiha gotin: “Heke Serok derbikeve dê aşitî ji bo me, ji bo tirkan û ji bo herkesê jî çêbibe. Ev tecrîda li ser Serokatî, li ser tevahî miletê kurd û tirk e jî.”   Baskê “Meşa Mezin a Azadiyê” yê Qersê ku di 1’ê sibatê de bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk hate destpêkirin, di roja 11’emîn de li Sêrtê berdewam kir. Meşvan, li Sêrtê ji hêla bi sedan kes û Meclisa Dayikên Aştiyê ve hatin pêşwazîkirin. Her wiha Dayikên Aştiyê pêşengtiya meşa ku li Cadeya Guresê heta avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) hate lidarxistin, kirin. Dayikên Aştiyê yên ku me mîkrofona xwe dirêjî wan kir, banga xwedî derketina “Meşa Mezin a Azadiyê” kirin.   ‘EM NAXWAZIN TU DAYIK BIGIRÎN’   Endama Meclisa Dayikên Aşitiyê Cevahîr Kiliç, “Meşa Mezin a Azadiyê” û meşvan pîroz kirin û da zanîn ku ew vê rojê gelek girîng dibînin. Kiliç, diyar kir ku ev meş meşa azadiyê û wekheviyê ye. Kiliç, anî ziman ku ew dixwazin herkes bibe xwişk û birayên hev û ew naxwazin tu dayik bigirîn. Kiliç, wiha berdewamî da axaftina xwe: “Kezeba dayikên tirkan jî dişewite, yên kurdan û gerîla û polîsan jî dişewite. Dayik ji bo her kesî aşitiyê dixwazin û bila kezeba çi dayikan neşewite. Lewma ev Meşa Azadiyê jî, meşeke xweş e û gelek girîng e. Îşelah ev bibe wesileya aştiyê û wekheviyê.”   ‘OCALAN NE TENÊ JI BO KURDAN JI BO HEMÛ GELÊN CÎHANÊ DIXEBITE’   Kiliç, destnîşan kir ku baweriya wan ji çareseriyê re heye û bi lêv kir ku ew bi dayik, zarok û gelê xwe bi bawer in. Kiliç, bi lêv kir ku ew ê serbikevin û wiha lê zêde kir: “Abdullah Ocalan ne tenê ji kurdan re, ji hemû gelên cîhanê re dixebite; ji feqîran, bindestan, hwd. her kesî re dixebite. Kî bindest be, kî di bin zilmê de be, dixwaze ji bo wî bixebite. Canê xwe ji bo me feda kir û divê em jî ji bo wî bikevin nava tevgerê. Heta neyê di nava me de û em wî hembêz nekin dilê me hênik nabe. Îşelah em ê vê yekê bibînin, ew roj ne dûr e.”   ‘HEKE EM NEBIN YEK EM Ê HERIN YEK BI YEK’   Kiliç, bang li hemû gel û dewletên cîhanê kir û got ku bila piştgiriyê bidin doza wan ku ew Serokê xwe azad bikin. Kiliç, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heta serokê me azad nebe, em jî azad nabin. Heke Serok bê di nava me de azad bibe û em wî hembêz bikin, em azad in. Heke em nebin yek, em destê xwe nedin destê hev, em hevûdu hemêz nekin, em nebin kom, em ê herin yek bi yek. Îşelah em ê Serokê  xwe derxînin û weke îro bi şahî, tîlîlî û dawet em ê biçin pêşiyê.”   ‘EV MEŞ MEŞA RIZGARIYA OCALAN E’   Endama Meclîsa Dayikên Aşitiyê Wetha Kaçar jî bal kişand ser girîngiya meşê û anî ziman ku ew vê meşê serkeftî dibînin. Kaçar, diyar kir ku ev meş dê bibe meşa azadiyê, meşa Kurdistanê, meşa rizgariya Abdullah Ocalan. Kaçar, bi lêv kir ku heta Abdullah Ocalan di zindanê de be, tiştek çênabe û wiha got: “Aştiya me li ba Serok e. Heke Serok derbikeve dê aşitî ji bo me, ji bo tirkan û ji bo herkesê jî çêbibe. Ev tecrîda li ser Serokatî, li ser tevahî miletê kurd e û tirk e jî. Divê parêzerên Ocalan biçin ba wî û malbata wî, wî bibîne. Ev bû sê sal ne parêzer ne jî malbat neçûye ba wî.”   ‘TEV LI MEŞA AZADIYÊ BIBIN’   Kaçar, bal kişand ser grevên birçîbûnê jî û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Niha hemû girtiyên me di grevên birçîbûnê de ne. Bila ev grev bi dawî bibin û deriyên girtîgehan vebin. Xwesteka me hêj em nemirî dîtina Kurdistaneke azad e. Serkeftin ji me re, lê divê ji bo serkeftinê em li ber xwe bidin, yekitiya xwe ava bikin. Ev kurdên xayîn jî bila bên tev li me bibin, tev li Erdogan û yên din nebin. Qey hûn ne kurd in, qey namûsa we, şerefa we nîne. Divê hûn bên û tev li doza azadiya xwe, serokê xwe, girtiyên xwe, gerîlayên xwe bibin. Serkeftin ya me ye, em ê Kurdistana xwe rizgar bikin. Serokê me ji zîndanê derbikeve dê aşitiyeke baş çêbibe. Ez bang li hemû gelê kurd dikim, bila ew jî tev li vê meşa azadiyê bibin. Bi du milan ve ji azadî û aşitî re ketiye rê, divê em piştgiriyê bidin wan, em xwedî li wan derbikevin. Îro roja azadiyê û aşitiyê ye, roja serkeftinê ye.”   MA / Bazîd Evren