Namzetên DEM Partiyê yên Dêrsimê diyar bûn 2024-02-11 16:18:26   DÊRSIM - Di encama pêşhilbijartina li Dêrsimê de Bîrsen Orhan û Cevdet Konak weke namzetên DEM Partiyê yên Dêrsimê hatin hilbijartin.    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo diyarkirina namzetên xwe yên hevşaredariyê yên Dêrsimê duh pêşhilbijartin li dar xist. Di tura ewil de ji bernamzetên jin Bîrsen Orhan rêjeya ji sedî 50 derbas kir û bû namzet. Ji bernamzetên zilam tu kesî jê rêjeya ji sedî 50 derbas nekir. Lewma îro ji bo diyarkirina namzetê hevşaredariyê yê zilam tura duyemîn hat lidarxistin.  Pêşhilbijartin li hotêleke bajar hat lidarxistin.    Di tura duyemîn de ji bo bernamzet Cevdet Konak û Ugur Beycan Bayrak deng hatin dayîn. Delege ji bo dengdayînê hêj ji saetên zû yên serê sibehê ve berê xwe dan eywanê. Di pêşhilbijartinê de 490 delegeyan deng dan. Di pêşhilbijartinê de Cevdet Konak 333 û Ugur Baycan jî 156 deng stand. Bi vê yekê re namzetê hevşaredariyê yê zilam ê DEM Partiyê bû Cevdet Konak.    Konak, piştî pêşhilbijartinê axivî û wiha got: “Gotina me ji bo Îbrahîm Kaypakkaya û rêhevalên wî ye. Em ê rêveberiyên herêmî yên demokratîk xurt bikin. Em ê destkeftiyên xwe yên ku pratîkên qeyûman xesp kirin dîsa bi dest bixin.”   ‘DÊ BANDORÊ LI QADÊ BIKE’   Her wiha delegeyên tev li pêşhilbijartinê bûn jî axivîn. Ji delegeyan Gulseren Gunduz got ku dê ev pêşhilbijartin bandorê li giştî bike û divê kesên di xebatên hilbijartinê de cih digirein bikarin li qadê bi gel re nîqaşan bikin. Ji delegeyan Alîriza Gozlu jî diyar kir ku divê xebatên hilbijartinê dest pê bikin û ji bo namzetan û xebatkaran serkeftin xwest.