Lijneya Bajar a HDK’a Stenbolê hat lidarxistin 2024-02-11 15:32:32 STENBOL - Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr di Lijneya Bajar a Serdema 13’emîn a HDK’ê de axivî û wiha got: “Li dijî sermayeya ku li hemberî bindestan bûye yek, pêdivî bi hevgirtineke xurtir heye.”  Meclisa Bajar a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) a Stenbolê li Navenda Giştî, Lijneya Bajar a Serdema 13’emîn li dar xist. Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr, Hevberdevkê HDK’ê yê Bajar Mehmet Karadag, Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Stenbolê Gonca Yangoz û nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî jî tev li lijneyê bûn.    Lijne, bi rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî Hevberdevkê HDK’ê yê Stenbolê Mehmet Karadag axivî û qurbaniyên erdhejên Mereşê bi bîr anî. Karadag, wiha domand: “Meşa Mezin a Azadiyê li her deverê bêhtir girseyî dibe. Bi rastî jî vediguhere toreke civakî ya mezin.”    ‘HDK ÎRADEYA HEVPAR E’   Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr jî di axaftina xwe de bal kişand ser “pêvajoya çareseriyê”, berxwedana Geziyê û ew serdem vegot. Demîr, got ku bi HDK’ê re cara ewil li Tirkiyeyê hem tevahiya dînamîkên şoreşger, hem jî tevgera azadiyê ya kurd û gelek kes, jin û dînamîkên civakî anî ba hev. Demîr, axaftina xwe wiha qedand: “Divê muxalefet li dijî êrişan bibe yek. Dibe ku cudahiyên polîtîk, îdeolojîk hebin. Lê li dijî sermayeya li hemberî bindestan bûye yek, hewcehî bi têkoşîneke hevpar heye. Pêdivî hêj bêhtir bi hatina cem hev heye. Ez Meşvanên Azadiyê silav dikim.”   Lijne, ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.