Meşvan li Misircê bi girseyî hatin pêşwazîkirin: Ji bo kurdan statû, ji Abdullah Ocalan re azadî 2024-02-11 15:23:13   SÊRT - Baskê “Meşa Mezin a Azadiyê” yê Qersê li navçeya Misircê bi girseyî hate pêşwazîkirin. Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan li vir axivî û got: “Ji bo kurdan statû hewce ye û divê birêz Ocalan were berdan.”    “Meşa Mezin a Azadiyê” ku di 1’ê sibatê de bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk hatiye destpêkirin didome. Siyasetmedar û nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk ên di baskê meşê yê Qersê de cih digirin, li navenda Sêrtê piştî meşê çûn serdana Dayikên Aştiyê. Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan di serdanê de axivî û got: “Dayikên me ev demekî dirêj e ji bo aştiyê têdikoşin. Ev têkoşîna wan rêya me ronî dike.”    Parlamentera DEM Partiyê Kezîban Konukçu jî diyar kir ku rêya dayikan rê nîşanî têkoşîna jinan a Tirkiyeyê dide û ev tişt anî ziman: “Ez li hemberî têkoşîna we bejna xwe ditewînim.”    Dayika Aştiyê Maşallah Işik Arslan jî wiha got: “Ev meş, meşa azadî û aştiyê ye. Divê her kes vê meşê bibîne. Ez serkeftinê ji bo meşvanên me dixwazim.” Ji Dayikên Aştiyê Ayşe Taşçi û Zerê Înan jî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan stranên kurdî gotin.    'BI OCALAN RE RÛNIN’   Meşvan piştre jî derbasî navçeya Misircê bûn. Meşvan li vir bi girseyî hatin pêşwazîkirin. Girse bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana zindanan” heta pêşiya buroya hilbijartinê meşiyan. Di meşê de coşeke zêde hebû. Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan li vir axivî û wiha got: “Ev meş ji bo azadiya birêz Ocalan û Kurdistanê ye. Birêz Ocalan gelek caran agirbest ragihand. Ji bo aştiyê jî tişta ji dest dihat kir. Lê ev 3 sal in em tu agahiyan jê nagirin. Heke em ji bo azadiya wî bimeşin, wê demê divê gel jî piştgiriyê bide me. Ev îktîdar polîtîkaya qirkirinê û şerekî qirêjî dimeşîne. Li girtîgehan zilm heye. Muxatab birêz Ocalan e û divê bi wî re rûnin. Ev xak êdî ji şer û mirinê re têr bûn. Gelê kurd statûyê dixwaze û divê birêz Ocalan jî were berdan.”