Li Wêranşarê coşa ‘Meşa Azadiyê’ 2024-02-11 14:37:15 RIHA - Parlamenterê DEM Partiyê Ferît Şenyaşar di “Meşa Mezin a Azadiyê” ya li Wêranşarê de axivî û wiha got: “Ev meş, meşa çareserî û aştiyê ye. Muxatabê aştiyê jî birêz Ocalan e.”  Siyasetmedar û nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk ên bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk dest bi “Meşa Mezin a Azadiyê” kirin, li navçeya Wêranşar a Rihayê bi coş hatin pêşwazîkirin. Piştî pêşwazîkirinê, girse ber bi Rêxistina DEM Partiyê a li ser Cadeya Karacadagê ve derst bi meşê kir. Bi sedan kesan di tevahiya Cadeya Rihayê ya berê de dirûşmêa “Bijî berxwedana zindanan” berz kir. Zarokên ku di meşê de cih girtin, bi alayên DEM Partiyê û nîşaneyên serkeftinê rengekî cuda da meşê. Di heman demê de welatiyên di dikan û malên xwe de jî bi nîşaneyên serkeftinê Meşvanên Azadiyê silav kirin.    'MEŞA ÇARESERÎ Û AŞTIYÊ’   Girse bi dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî berxwedana Îmraliyê” gihişt ber deriyê avahiya partiyê. Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Ferît Şenyaşar li vir axivî û got ku wî silavên germ ên Kurdistanê anîne. Şenyaşar, diyar kir ku ew bi gel re meşiyane û wiha domand: “Ev meş, meşa çareserî û aştiyê ye. Nifteya aştiyê jî li Îmraliyê ye, birêz Ocalan e. Heta ku aştî pêk tê jî ev meş dê bidome.”    Bi domdarî Şenyaşar got ku polîtîkayên şer ev zêdetirî 40 sal in ji bilî mirinê tu tiştek ne anîne Tirkiyeyê û axaftina xwe wiha qedand: “Şer dibe sedema barandina rondikan. Ne tenê dayikên kurd, dayikên tirk jî rondikan dibarînin. Di wextekî em dimeşin de li girtîgehan greva birçîbûnê kete roja 77’an. Heke aştiyeke birûmet bê vî welatî, dê ev yek bi saya laçikên spî yên dayikan be. Em ê li dijî zextan paşvegavê neavêjin. Heta ku aştî pêk tê jî dê meşa me bidome. Muxatabê aştiyê birêz Abdullah Ocalan e. Divê tecrîd bê rakirin û aştî pêk bê. Heta ku tecrîd hebe dê têkoşîn jî bidome.”    Piştî axaftinê jî Meşvanên Azadiyê tevî girseyê derbasî avahiya partiyê bûn. Meşvanên Azadiyê dê îşev li Wêranşarê bin û sibe jî derbasî navçeya Şemrexê ya Mêrdînê bibin.