Hevberdevka HDK’ê Demîr: Divê Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe 2024-02-11 11:14:07   STENBOL - Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê û neçareserkirina pirsgirêka kurd girêdayî hev in û got ku azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan dê ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd gelek baş be.    Komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dikeve sala 26’an. Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin, ev 35 meh in tu agahî jê nayên girtin. Gelê kurd û dostên wan di 10’ê cotmeha 2023’yan di asta navneteweyî de kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” dabûn destpêkirin. Kampanyaya ku starta wê li Ewropayê hatibû dayîn, îro bi çalakiyên greva birçîbûnê, Nobeta Edaletê û Meşa Mezin a Azadiyê tê domandin.    Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr têkildarî tecrîda girankirî û çalakî û xwepêşandanên bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan hatine destpêkirin axivî.    ‘TECRÎDA ÎMRALIYÊ BELAV DIBE’   Demîr, got ku komploya navneteweyî ya li dijî Abdullah Ocalan îro bi rewşa agahînegirtina mutleq a li Îmraliyê tê domandin û ev tişt anî ziman: “Ev rewş hem li dijî hiqûqa navneteweyî hem jî li dijî qanûnên Tirkiyeyê ye. Tecrîda li Îmraliyê îro li tevahiya girtîgehan belav bûye. Tecrîd, sepanekî li dijî mirovahiyê ye û îktîdara ji vê tecrîdê hêz digire, heman pergalê li girtîgehan jî dixe meriyetê. Mafên girtiyên siyasî her roj tên binpêkirin. Li gelek girtîgehan girtî heta 2-3 salan di hucreyên yekkesî de tên ragirtin. Her wiha tedawiya girtiyên nexweş tê astengkirin. Gelek girtiyên siyasî ji ber îşkenceyan jiyana xwe ji dest didin. Heke tecrîda li ser birêz Ocalan bê şikandin, dê ev yek bandorê li tevahiya girtîgehan bike û li Tirkiyeyê demokrasî pêş bikeve.”    ‘PÊŞEROJA GELAN DI XETEREYÊ DE YE’   Bi domdarî Demîr got ku bandora tecrîdê tenê bi girtîgehan bi sînor nîne û wiha domand: “Gel jî yekser jê bandor dibin. Neteweperestiya li welêt zêde dibe, pênekirina destûra bingehîn, nefreta tê pêşxistin, polîtîkayên sansurê yên li ser çaemeniyê, veqetandina bûdçeya welêt a ji bo şer û hwd. tevek jî eleqeya xwe bi vê tecrîdê heye. Tê dîtin ku li Tirkiyeyê faşîzm tê avakirin. Lewma divê tevahiya raya giştî li dijî tecrîdê ser birêz Ocalan derkeve. Ji ber ku pêşeroj û jiyana wan a demokratîk di bin xetereyê de ye.”    ‘TECRÎDÊ ELEQEYA XWE BI PIRSGSIRÊKA KURD HEYE’   Demîr, bi lêv kir ku tecrîd û pirsgirêka kurd eleqeya xwe bi hev ve heye û axaftina xwe wiha qedand: “Azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan, bi vekirina rêyên gufûgoyê pêkan e. Di navbera salên 2013-2015’an di bin navê ‘çareseriyê’ de guftûgo hatin kirin. Bi wê pêvajoyê re derket holê ku li vî welatî demokrasî dikare pêş bikeve û pêkvejiyanek pêkan e. Bêguman yek ji îrade û aliyê çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk, birêz Ocalan bû. Birêz Ocalan, got ku bi çareserkirina pirsgirêka kurd re li vî welatî demokrasî dikare pêş bikeve. Lê mixabin piştî Mutabaqata Dolmabahçeyê mase hate rakirin û biryara çareserkirin pirsgirêka kurd bi rêyên şer hate dayîn. Ji wê rojê ve yek gav nehatiye avêtin. Pêşniyarên birêz Ocalan ên ji bo çareseriyê ne tenê Tirkliyeyê,  Rojhilata Navîn û hêzên navneteweyî jî eleqeder dikin. Jixwe komploya navneteweyî ev yek pir bi eşkereyî nîşanî me da. Ji ber vê yekê azadiya birêz Ocalan, her wiha tê wateya azadiya fikrê wî. Ji ber ku di çareserkirina pirsgirêka kurd de nifteya herî girîng Abdullah Ocalan û fikrên wî ne, divê ji hêla fîzîkî ve azad bibe.”    MA / Îbrahîm Irmak