Dayikan mohra xwe li roja 10’an a Meşa Azadiyê dan 2024-02-11 10:40:44   NAVENDA NÛÇEYAN -  Dayikên ku bi şaxên zeytûnan meşvanên azadiyê pêşwazî kirin, mohra xwe li roja 10’emîn a “Meşa Mezin a Azadiyê” dan.    “Meşa Mezin a Azadiyê” ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk di 1’ê sibatê de li Qers û Wanê hatiye destpêkirin 10 roj li pey xwe hişt. Meş, dê di 15’ê Sibatê de li gundê Amara yê Rihayê ku Abdullah Ocalan lê ji dayik bûye dê bi dawî bibe. Meşê, di nava gelê kurd de rê li ber kelecaneke mezin vekiriye. Baskê meşê yê Wanê ku piştî Şirnexê derbasî Mêrdînê bû, duh li Qoser û Dêrikê bi gel re hate gel hev.    Meşvan ji ewil hatin navçeya Artuklu ya Mêrdînê û bûn mêvana malbata Veysî (bubo) Taş ku di 12’ê çileya 2023’yan de li dijî tecrîdê xwe şewitand. Malbatê, Meşvanên Azadiyê bi wêneyên Taş pêşwazî kir. Keça Taş, Havva Taş di serdanê de axivî û got: “Dê azadî ji bo me tevan bê.” Bi vê gotina xwe aliyê civakî ya daxwaza azadiya Abdullah Ocalan jî anî ziman.    LI KOLANÊN QOSERÊ MEŞA AZADIYÊ    Meşvanên Azadiyê ku piştre derbasî Qoserê bûn, bi def, dahol û zirneyan hatin pêşwazîkirin. Di dema silavkirina li Otogara Qoserê de coşa welatiyan bi strana “Berxwedan jiyan e” derket lûtkeyê. Piştî govenda li vê derê hatiye gerandin, bi tevlibûna hezaran kesan ber bi navenda navçeyê ve meş hat lidarxistin. Meşa ku bi sirûda "Herne Pêş" dest pê kir, bi dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan", "Bijî Serok Apo", "Ciwan fedaiyên Apo ne” hatin berzkirin û dirûşman li kolanên  Qoserê olan dan. Ji 7 salî heta 70 salî bi hezaran kes tev li meşa ku li ser Cadeya Nexweşxaneyê ya Kevin hatiye lidarxistin bûn. Eleqeya mezin a zarok û ciwanan, coşa meşê jî hêj bêhtir zêde kir.    UGUR KAYMAZ Û BAVÊ WÎ NEHATIN JIBÎRKIRIN    Meşvanên Azadiyê, Ugur Kaymaz ê 12 salî ku di sala 21’ê Mijdara 2004’an de tevî bavê xwe li pêşiya mala xwe bi 13 guleyan hatiye qetikirin jî ji bîr nekirin. Li ser rêgeha meşê, li Bûlwara Ugur Kaymaz bîranîn hat lidarxistin. Jin, bi cil û bergên xwe yên kurdî tev li meşê bûn û eleqeyeke zêde ya gel ji bo meşê hebû. Welatiyên ku di şaneşîn û pacên malên xwe de dîmen digirtin, bi nîşaneyên serkeftinê jî meşvan silav dikirin. Qoser bi berxwedana xwe tê zanîn û di peyamên li vê derê de hat xwestin ku pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk were çareserkirin û deriyên Îmraliyê bên vekirin. Girse bi dirûşma “Bijî Serok Apo” keta Meydana Azadiyê û li vir daxuyanî da. Gotinên “Ev meş dê heta serkeftinê bidome” yên Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir bi dirûşma “Bê Serok jiyan nabe” hate pêşwazîkirin.    NURO’YÊ QOSERÊ BI KAMERAYA XWE DI MEŞA AZADIYÊ DE YE      NÛRO’YÊ QOSERIYAN    Li gel rojnamegerên ku meş dişopandin, her wiha Nûroyê (Nûrûllah)ê Qoseriyan jî bi inyeta kamerayê şûşeyê pet girtibû destê xwe û meşvan dikişand. Bi îşaretên dest ku li esnafan dikir re agahiya meşê dida û dema polîsan girse asteng dikir jî şûşeyê pet ê di destê xwe de weke kamera bi kar di anî. Balkêş bû ku Nûroyê me wêneyê wî kişandî tenê di dema îxtîmala êrişa polîsan de kameraya xwe rakir û bi vê yekê êriş û zilma polîsan a di binhişê wî de ava kirî vedigot.    ‘SOZA TÊKOŞÎNÊ’ DAN KESÊN JIYANA XWE JI DEST DAYÎN    Rawestgeha din a meşê jî gorên kesên di çalakiya “Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin” de jiyana xwe ji dest dayîn bû. Ji şoreşgerên pêşeng ên Tevgera Azadiyê ya Kurd Ferhat Kurtay ku di 17’ê Gulana 1982’yan de li Zindana Amedê bedena xwe da ber agir, Mehmet Halît Oral ku piştî derxistina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Mereşê bedena xwe da ber agir, xebatkarê Çapemeniya Azad Ahmet Araç ku di sala 2006’an di serhildanên li bajarên Kurdistanê de hate qetilkirin, Parlamenterê DEP’ê yê Mêrdînê Mehmet Sîncar ku di sala 1993’yan de hate qetilkirin û Medya Çinar ku di çalakiyên  greva birçîbûnê yên sala 2019’an de li girtîgehan li dijî tecrîda li Îmraliyê hatibû destpêkirin de jiyana xwe ji dest dayî jî li ser gorên xwe hatin bibîranîn û soza têkoşînê hate dayîn.    LI DÊRIKÊ BI ŞAXÊN ZEYTÛNAN HATIN PÊŞWAZÎKIRIN   Meşvanên Azadiyê piştre jî derbasî navçeya Dêrikê bûn. Jinên dêrikî, bi kitanên xwe meşvan pêşwazî kirin. Di nava kesên meşvan pêşwazî kirin de zaroka bi navê Zîlan jî hebû ku di şaxên zeytûnan û qurnefîlan meşvan pêşwazî kir.  Zîlana biçûk di meşê de baleke mezin kişand ser xwe. Di meşa ji Dortyolê heta Meydana Dêrikê de coş û biryardariya jinan rengîniyeke mezin da meşê. Di daxuyaniya li Dêrikê de careke din daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan qîriyan. Meşvanên Azadiyê di heman demê de 21 welatiyên di qezaya TIR’ê ya di 20’ê tebaxa 2022’yan de jiyana xwe ji dest dayîn ji bîr nekirin, li cihê komkujiyê bîranîn li dar xistin û soz dan ku heta faîl tên darizandin dê têkoşîna xwe bidomînin.    BASKÊ WANÊ DÊ DERBASÎ RIHAYÊ BIBE   Meşvanên Azadiyê îro dê li nvaçeyên Serêkaniyê û Wêranşarê yê Rihayê bin.    LI ÊLIHÊ COŞA CIWANAN   Baskê meşê yê Qersê jî duh ji Farqîn a Amedê derbasî naveya Hezo ya Êlihê bû û bi gel re civiya. Meşvan, li Farqînê bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin û bi dirûşm û çepikan meş hat lidarxistin. Meşvanan, piştî meşê ji lehengên gelê kurd Rindêxan bi bîr anîn û qurnefîl danîn cihê  ku di dema serhildana Şêx Seîd de ji bo nekeve destê leşkerên tirk xwe di pirê de avêtibûyê û jiyana xwe ji dest dabû.    Yek ji cihê ku Meşvanên Azadiyê herî zêde bi girseyî lê hatin pêşwazîkirin jî navçeya Hezo ya Êlihê bû. Ciwanan, bi dirûşm û pankartan meşvan pêşwazî kirin. Di dema pêşwazîkirinê de pankartên “Tenê kesên ku dilê wan bi germahiya agir û azweriya serkeftinê lê dide dikarin bi me re bimeşin”, “Tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye” û “Hezo, meşvanên azadiyê silav dike” hatin vekirin. Di pêşwazîkirinê de bênavber dirûşm hatin berzkirin. Ciwanên ku kolanên navçeyê bi dirûşmên xwe hejandin, pêşengtiya meşê dikirin.    DÊ BASKÊ QERSÊ LI SÊRTÊ BE    Baskê meşê yê Qersê dê îro biçe navçeyên Ziyaret û Misircê yên Sêrtê û bi gel re bê gel hev.    MA / Emrûllah Acar - Bêrîvan Altan