Meṣvanên azadiyê kesên di qezaya li Dêrikê de jiyana xwe ji dest dabûn bibîr anîn 2024-02-10 20:48:03   MÊRDÎN - Meṣvanên Azadiyê yên gihaştin Dêrikê, 21 kesên di 20'ê Tebaxa 2022'yan de di qezaya TIR'ê de jiyana xwe ji dest dabûn, bibîr anîn.   Milê Wanê yê "Meṣa Azadiyê ya Mezin" di 10'emîn roja meşa ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de gihaştin Dêrikê. Meṣvanên azadiyê yên gihaştin Dêrikê, 21 kesên di 20'ê Tebaxa 2022'yan de di qezaya TIR'ê de jiyana xwe ji dest dabûn, bi bîr anîn. Meşvan bi qurnefîlan derbasî Kolana Qoserê ya qeza lê çêbûbû, bûn.    Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneṣê da zanîn 10 roj in ji bo tecrîd bê rakirin û meseleya kurd bê çareserkirin dimeşin û got ku holdîngên ku bi destên dewletê tên mezinkirin hem zirarê didin gel hem jî didin xwezayê. Her wiha Guneşê diyar kir TIR'ên dibin sedema mirina mirovan divê di rêyeke din de derbas bibin û got: "Heta komkujî bê ronîkirin em ê ṣopdarê wê bin."   Piṣtî axaftinê meṣvanan qurnefîl danîn cihê 21 kes lê jiyana xwe ji dest dabûn.