Meşvanên Azadiyê Umît Acar bibîr anîn 2024-02-10 18:59:55   ÊLIH - Milê Qersê yê "Meşa Azadiyê ya Mezin" ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dimeşe, Umît Acar ê ku di sala 2018'an de li dijî tecrîdê bedena xwe da ber êgir, li ser gora xwe bibîr anî.   Milê Qersê yê "Meşa Azadiyê ya Mezin" ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat destpêkirin, li navçeya Hezo ya Êlihê Umît Acar ê di 27'ê Îlona 2018'an de ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bedena xwe da ber êgir, ew li ser gora wî bibîr anî.    Di bîranînê de ku deqeyeke rêzgirtin hat girtin. Piştî rêzgirtinê Hevserokê MED TÛHAD-FED'ê Kerem Canpolat axıvî û got: “Serdema ku hevalê me bedena xwe da ber êgir serdemeke dijwar û tarî bû. Wê gavê jî xeber ji birêz Ocalan nedihat girtin û zext zêde bûn. Li hemû girtîgehan grevên birçîbûnê hebûn. Di nêvengeke wiha de hevalê me Umît bi bedena xwe çalakiyek li dar xist."    Canpolat diyar kir ku Kurd li dijî zilma li ser wan tê kirin di nava berxwedanê de ne û got: “Dema ku birêz Ocalan diaxivî, aştî pêk hat û tu kesî jiyana xwe ji dest neda. Ji bo ku birêz Ocalan careke din biaxive û aştî bê em dimeşin. Em vê li her derê dibêjin. Em şerê taybet, şerê qirêj teşhîr dikin. Em piştgiriyê didin têkoşîna hemû hevalên xwe yên ji bo azadî û demokrasiyê jiyana xwe ji dest dane. Meşa me ji bo azadiya fizîkî ya birêz Ocalan e û heta ev daxwaz pêk were em ê meşa xwe bidomînin. Divê êdî dayik negirîn. Divê êdî kes jiyana xwe ji dest nede. Ji bo aştî were vê xakê, divê birêz Ocalan azad be."   Bavê Umît Acar ê li Ewropayê ye Hayrettîn Acar jî bi telefonê beşdarî bîranînê bû û got: "Heta ku Rêbertiya me azad bibe divê em li her derê li ber xwe bidin. Bêyî azadiya Rêbertiya me, her roj ji bo me tarî ye. Divê her kes mil bide milê hev. Divê em dostên xwe zêde bikin. Ev banga me ji bo hemû hevalên me ye, îro roja nivîsandina dîrokê ye, em destên xwe bidin hev û dîrokê binivîsin."   Anma “Şehid namirin” sloganları eşliğinde mezara bırakılan çiçekler ile son buldu.    Meşvanan qurnefîl danîn ser gora Acar. Bîranîn bi berzkirina dirûşmeya "Şehîd namirin" bi dawî bû.