Ji kesên piştî êrişa Edliyeya Stenbolê hatibûn binçavkirin 54 kes hatin girtin 2024-02-10 10:19:54 STENBOL - Ji 96 kesên ji ber êrişa Edliyeya Stenbolê hatibûn binçavkirin, 54 kes hatin girtin.    Li dijî noxteya polîsan a li pêşiya Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê di 6’ê sibatê de êrişek çekdarî hat lidarxistin û tevî 2 çalakgeran, sivilekê jî jiyana xwe ji dest dan. Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê hatiye destpêkirin de xebatkarên Baroya Gel a Hiqûqê (HHB), Navenda Çandê ya Îdilê û TV’ya Halkin Gucu, endamên Şaxa Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal (PSAKD), Komeleya Piştevaniyê ya bi Girtî û Hikûmxwaran re (TAYAD) 96 kes hatibûn binçavkirin. 42 kes jî hatin berdan.    Kesên hatine binçavkirin duh derxistin edliyeyê. Piştî îfadeyên wan ên dozgeriyê 96 kesên ku rêvebera Navenda Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) û parêzera HHB’ê Nazan Betul Vangolu Kozagaçli, parêzerên HHB’ê Seda Şaraldi û Dîdem Baydar Unsal û Ayten Ozturk a du sal in di hefsa malê de di nav de 54 kesên sewqî Dadgeha Ceza ya Sulh hatin kirin hatin girtin.    Navên hin kesên hatine girtin wiha ne: “Ayten Ozturk, Gamze Eroglû, Hakan Încî, Hasan Karapinar, Meryem Ozsogut, Seher Adiguzel, Ûlaş Încî, prz. Seda Şaraldi, prz. Betul Vangolu Kozagaçli, Oktay Kelebek, Elîf Ersoy, Diyar Ersoy, Nejla Bîrkoç, Ercan Guneş, Bariş Yuksel, Rezzan Şengul, Engîn Ateş, Firat Kaya, Volkan Yigiltekîn, Vedat Dogan, Selda Ozçelîk, Sevcan Akdogan, Sevda Kurban, Şura Başer, Ûgûrcan Gun, Zeynep Gonca Karakoç, Aslihan Bûçaklar, Bahar Kûrt Kizilaltûn, Bûrak Başer, Merve Kûrt, Yelîz Kutuk, Ozmen Mertkan Çîm, Merve Demîrel, Cem Dûrsûn, Ridvan Akbaş, Boran Hurustan, Eren Odabaş, Alî Sînan Çaglar, Cengîz Şahîn, Dîdem Baydar Unsal, Haydar Alaçam, Kemal Gun, Mehmet Yucetepe, Mehmet Guvel, Melek Akgun, Selahattîn Bûlût, Şîmal Denîz, Yuksel Dogan, Alperen Halîl Bîlgîn, Madimak Ozen, Mehmet Vefa Tunga, Ûgûr Metîn û Mûstafa Findikoglû.”