Cemal Gunsel piştî 30 salan ji girtîgehê derket 2024-02-10 17:27:57   ÎZMÎR - Cemal Gunsel ê di Girtîgeha Şakranê de, piştî 30 salan ji girtîgehê derket.    Cemal Gunsen (58) ê di Girtîgeha bi Hejmara 2 a Şakran a Îzmîrê de, duh bi şev piştî 3o salan ji girtîgehê derket. Gunsel di sala 1994'an de li navçeya Torbali ya Îzmîrê hatibû girtin û bi îdiaya "xerakirian yekîtî û yekpareyiya dewletê" cezayê muebedê lê hatibû birîn.    Ji ber ku îdareya girtîgehê ji gunsel re negotibû ku dê bê berdan, Gunsel gava ji girtîgehê derket bi tena serê xwe çû cem malbata xwe ya li Torbali ya Îzmîrê.