Li Dîlokê lîstîka bi navê ‘Qral û Travis’ hate astengkirin 2024-02-10 17:26:03 DÎLOK - Lîstika bi navê “Qral û Travis” a dihate payîn ku li Navenda Çandê ya Muzeya Zeugmayê were pêşkeşkirin, ji aliyê rêveberiya muzeyê ve bêhincet hate betalkirin.    Lîstika bi navê “Qral û Travis” a dihate payîn ku di 11’ê sibatê de li Navenda Çandê ya Muzeya Zeugmayê ya Dîlokê were pêşkeşkirin, ji aliyê rêveberiya muzeyê ve ku girêdayî Wezareta Çand û Tûrîzmê ye bêhincet hate betalkirin. Rêveberiya Şano Ar a têkildarî mijarê daxuyanî da wiha got: “Lîstika me ya bi navê Qral û Travîs ku em li bendê bûn di 11’ê sibatê were lîstin, careke din bêyî hincetek were nîşandan ji aliyê Navenda Çandê ya Muzeya Zeûgmayê ve hate qedexekirin. Em vê baş dizanin ku ev biryara qedexekirinê ne li dijî lîstika me ne jî li dijî kesayeta me ye, ji ber lîstika me bi kurdî ye. Me ev pêkanîn qebûl nekirin, em ê qebûl nekin.”   DERHENÊR: HÛN Ê BÊJIN ZEXT NÎNE   Derhênerê lîstikê Yakûp Selîmoglû yê bertek nîşanî biryarê da, di parvekirinên xwe yên medyaya sanal de ev tişt gotin: “Lîstika me ya bi navê ‘Qral û Travîs’ vê carê jî ji aliyê Muzeya Zeugmayê ya Dîlokê ve ku girêdayî Wezareta Çand û Tûrîzmê ye hate betalkirin. Pişt re jî hûn ê bibêjin ‘Li dijî çand û zimanê kurdî zext û sansur nîne’ ne wisa? Em jî dê ji we re bêjin ‘herin ji wir’.”   Lîstika “Qral û Travîs” di 17’ê çileyê de ku da li Navenda Çandê ya Şaredariya Panosê ya li navçeya Panosa Agiriyê were lîstin, bi biryara qeymeqamtiyê ve hatibû astengkirin.