Bakirhan ê serdana Nobeta Edaletê kir: Dê têkoşîn bi serkeftinê encam be 2024-02-10 16:00:01   MÊRSÎN - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan, serdana Nobeta Edaletê kir û destnîşan kir ku têkoşîna tê dayîn dê bi serkeftinê encam bibe.    Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan ji çend hevdîtina pêk bîne derbasî Mêrsînê bû. Bakirhan ji hêla rêxistina bajêr ve, di têketina bajêr de hat pêşwazîkirin. Bakirhan ewilî serdana Nobeta Edaletê ya li avahiyê Komeleya Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çukurovayê (Çukurova TUAY-DER) bi daxwaza Azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd hatiye destpêkirin, kir.    ‘EM AŞTIYÊ DIXWAZIN’   Dayika Aştiyê Hediye Eren di nobetê de axivî û hemû derdoran ji bo ku azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd pêk bînin, vexwend têkoşînê. Eren xwest ji bona ku edalet û aştî were, divê tecrîda ser Abdullah Ocalan were rakirin. Eren diyar kir ku ew wek dayik naxwaze tu kes bimire û xwest demildest aştî were pêkanîn.    ‘DÊ BI SERKEFTINÊ ENCAM BE’   Bakirhan jî di çalakiyê de axivî û bi silavkirina têkoşîna Dayikên Aştiyê ya bi daxwaza Azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd, tê meşandin û anî ziman ku çalakî ne tenê li Tirkiyeyê, li dinyayê jî deng vedaye. Bakirhan axaftina xwe wiha domand: “Ez pê bawer im ku hem çalakiya we, hem jî têkoşîna di girtîgehan de tê domandin, dê bi serkeftinê encam bibe. Em ê yekgirtiya xwe xurt bikin. Em ê dawî li van polîtîkayên zilm, îşkence, qirkirin û nasnekirina gelê kurd bi bînin. Em ê bi ser bikevin.”     Di Nobeta Edaletê de gelek caran dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan" û "Be Serok jiyan nabe" hatin berzkirin.    Bakirhan piştre bi nûnerên rêxistinên sivîl ên Mêrsînê, di eywana oteleke li bajêr, hate cem hev.