Bi îdiaya postere Ocalan daliqandine 2 kes hatin binçavkirin 2024-02-10 12:19:10   EDENE - Li Edeneyê 2 kesên ku hate îdiakirin postere Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi pirekê ve daliqandine hatin binçavkirin.    Li Edeneyê di 8’ê sibatê de bi pira Celal Bayar a li navçeya Seyhan a Edeneyê ve postere Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hate daliqandin. Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê ve hatiye destpêkirin polîsan di saetên serê sibê de li bajêr bi ser malan de girt û 2 kesên ku navên wan nehatin zanîn binçavkirin. Kesên hatine binçavkirin birin Miduriyeta Polîsan a Bajêr.    Waliyê Edeneyê Yavûz Selîm Koşger li ser hesaba xwe ya X’yê daxuyanî da û parve kir ku têkildarî bûyerê 2 kes hatine binçavkirin.