Planên Tirkiye, Îran û Iraqê yên Kerkukê 2024-02-10 11:09:40 NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan Sîham Roj diyar kir ku li Kerkukê di hilbijartina walî de dê pêvajoyeke zor dest pê bike û anî ziman ku Tirkiye, Îran, Iraq û Amerîka dixwazin bajarê ku ji aliyê petrol û madenan ve dewlemend e têxin bin kontrola xwe.    Di pêvajoyeke ku êrişên dewleta tirk ên li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metîna didomin û diyarkirina rêveberiya nû ya li Kerkukê de Serokê Rêxistina Îstîxbarata Netewî (MÎT) Îbrahîm Kalin û şandeya pê re li Iraqê hin serdan kirin. Kalin pişt re bi Serokê PDK’ê yê Giştî Mesûd Barzanî re li Hewlêrê hate bahev. Piştî serdanên MÎT’ê yên li Herêma Kurdistanê û Iraqê vê carê Wezîrê Parastinê yê Tirk Yaşar Guler çû Iraqê. Guler ê li Bexdayê hin hevdîtin kirin, dû re derbasî Herêma Kurdistana Federe bû û bi Neçîrvan Barzanî, Mesrûr Barzanî û Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî re hevdîtin kir. Di van hevdîtinan de hate diyarkirin ku li ser “girîngiya koordînasyona ji bo îstîkrar û ewlehiya herêmê û domandina yekitiya hevkariyê hatiye sekinandin” û hate diyarkirin ku mijareke din a girîng jî daxwaza xistina meriyetê ya “Peymana Şengalê” ku Rêveberiya Xweser a Şengalê hedef digire ye.    Balkêşe ku piştî hilbijartinên li Kerkuk û Mûsilê hatin kirin dewleta tirk li herêmê hevdîtinên xwe zêde kirin. Dewleta tirk a bi taybetî piştî Yekitiya Niştimanî Kurdistan (YNK) li Kerkukê dengekî zêde wergirt, ji bo waliyekî kurd neyê tayînkirin, li ser tirkmen û sûniyên ereb xebatan dimeşîne, dibe sedem ku li herêmê krîzên nû derkevin holê. Piştî tabloya di hilbijartinên Kerkukê de derket holê ji bo waliyekî kurd were hilbijartin di navbera YNK’ê û PDK’ê de yekitiyek hate avakirin. Di hilbijartinên ku YNK’ê 5, PDK’ê 2 kursî wergirtin de ji bo waliyê hilbijartinê were diyarkirin di Meclisa 16 kursiyên wê hene de herî kêm endamên 9 meclisan hewce ne. Nûnerên kurd ên ji bo diyarkirina waliyê bajêr bi endamên din ên meclisê re hatin bahev, ji ber boykota endamên meclisê yên tirkmen û ereb civîna meclisa bajêr, taloqî rojên pêş kirin.    Rojnamevan Sîham Roj a li Herêma Kurdistana Federe dijî, geşedanên dawî yên li herêmê nirxandin.    PLANÊN TIRKIYE, IRAQ Û IRANÊ YÊN LI SER KERKUKÊ    Roj, anî ziman ku bi salane şerekî giran li dijî gelê kurd tê meşandin û gav bi gav, sal bi sal guherînên demografîk têne pêk anîn û wiha got: “Li gelek bajaran hejmara kurdan hatiye kêm kirin û yê miletên din hatiye zêde kirin da ku bînin wê astê ku bêjin ew bajar ne yê kurdan e, ew bajar yê ereban, tirkan, an ê filan û bêvan kesî ye. Bi vê siyasetê Kerkuk jî bi salane di nav dorpêç û êrîşên giran yên dagirkirinê de ye. Bajarê ku beriya salan tijî kurd bun, zimanê kurdî lê dihate axaftin, îro bi israr dibêjin ku bajarê tirkmenan û ereban e. Belê naxwazin navê kurd jî têde derbas bibe. Ji xwe dewleta tirk di vî milî de biryar daye ku li gora sînorên mîsaqi mîllî ya xeyal dike weke bajarê tirkmenan bê îlan kirin û bikeve bin serweriya wê. Îran dixwaze bibe bajarê erebên şîa, Iraq jî dixwaze bibe bajarê ereban, sunî yan şîa ferq nake, tinê ne kurd bin.    Tekoşînek wiha pir tûj û giran li Kerkukê dimeşe. Li gel wê heya astekê ji ber ku siyaseta guhertina demografya serxistibûn, ji ber PDK girtibûn aliyê xwe û tifaqek di nava xwe de çêkiribun û kurdên li bajar ji hev dûr disekinîn, di bin banekê de nedihatin gel hev, teqez dikirin ku dê di hilbijartinan de aliyê kurd li Kerkukê sernekeve. Ji xwe tirkmen, ereb û PDK’ê tifaqa xwe diyar kiribûn, YNK, Xirîstiyan û hinek hizbên biçuk yên kurd naverastê mabûn. Ya surprîz bo hemuyan ew bû ku YNK di hilbijartinan de serket.    Ez bi xwe di wê baweriyê de me ku YNK bi xwe jî ji encamê hilbijartinan şaş ma, ji ber ku ev rêjeya hilbijartinan ne li ser dildariya bi YNK re çubun ser sindoqan, ji bo bajarê Kerkûk ji destê Kurdan neçe û heta hetayê nebe bajarê tirkmen yan ereban seferber bûbûn. Hizba herî nêzî xwe didît YNK bû, di encamê de PDK bi tirkmen û ereban re bûbû tifaq û li dijî gelê xwe, xwe bi cih kiribû û refên xwe diyar kiribûn. Ev yêk weke xiyanet di tevahî dîroka me kurdan de weke dubare dubare xiyaneta nav xweyî zindî bûbû û kêliyên ku Kerkuk ji destê kurdan bê girtin pir nêz kiribû, gelê Kerkukê ev xeteriye dît û ji bo wê bi hemû hêza xwe berê xwe da sindoqan û heya astekê pêşî li wan rudanan girt.”   Roj, da zanîn ku li gorî Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê encamên hilbijartinên parêzgehên Iraqê eşkere kirî kurdan 7 kursî bi dest xistine û wiha berdewam kir: “5 kursiyên YNK’ê, 2 kursiyên PDK’ê ne. Cardin ji kota mesihiyan kursiyek hatiye girtin. Heke ev her sê alî tîfaqê pêk bînin ev dikin 8 kursî.   PÊVAJOYEKE HEBÛN Û TUNEBÛNÊ YE   Li gorî encaman pêkhateyên ereb jî 6 kursî û tirkmenan jî 2 kursî bidestxistine. Heke bibin tifaq hejmara kursiyên wan jî dibe 8. Weke di encama van reqeman de jî tê dîtin ku herdu alî weke hev kursî bidestxistine. Mixabin bo hilbijartina waliyê bajêr divê 9 kursî bin. Di vê wateyê de ne aliyê kurd, ne aliyê tirkmen û ereban ne xwediyê hêjmara kursiyên pêwîst e. Niha tekoşîn û şerê heyî li ser vê mijarê dimeşe. Ez dikarim bêjim Kerkuk hêj di xetereyê de ye ku ji destê kurdan bê girtin. Di vê xalê de hevgirtin û heya dawî di bûna bajarê kurdan de israrkirina YNK’ê û PDK’ê jiyanî ye lê weke em dizanin PDK li gora daxwaz û talebên dewleta tirk gelek caran tevgeriyaye û menfaatên gelê xwe ti demî tercîh nekiriye. Ji ber wê yekê yê îro çiqas bo pêşeroj û menfaatê gelê kurd kar bike mijara guman û fikaran e.   Di bin van şertan de ya mihum li hev kombûna xwediyê kursiyên hatine hilbijartin, niqaş û lihevkirina wan e lê dewleta tirk teqez kurdan qebûl nake, hem tirkmen, hem jî ereb di bin bandora nijadperestiya tundirav de naxwazin bi kurdan re rûnin. Ev yêk di hewildana civîna 5’ê çileyê dixwest bê pêkanîn de jî xwe nîşan da. Ji endamên encûmena nu ya parêzgeha Kerkukê ya endamên kurd û ji kotaya xiristiyanan bi giştî 8 kes amade bûbûn lê ji ber ku endamên meclisê yên ereb û tirkmen hazir nînbun pêknehat û hate paşxistin. Ev yêk jî nîşan dide ku pêvajoyek pir zor û zehmet, ezmunekî hebun û tinebuna Kurdan li Kerkukê diyar bike li ser bajar tê ferz kirin. aliyê kombubu dixwest bi nîqaşan alî ji hev fam bikin, lê ji bo nîqaşên destpêkê beşdar nebuna aliyê Tirkmen û Ereb nîşan dide ku encamên hilbijartinan qebul nakin û bû tawîzan ji aliyê Kurd û Xiristiyan bigrin yê pêvajoyekî mijul kirinê bidomînin.   XELKÊ KERKUK DI FERQA REWŞÊ DE YE   Roj, bi lêv kir ku YNK’ê û PDK’ê ji bo Kerkuk bajarê kurdan bimîne û waliyekî kurd bê hilbijartin lihev kirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lê di vê lihevkirinê de çiqas paqij û saf li nêzî mijarê dibin û yê heya kengê di vê mijarê de bi israr bikin girîng e. Heke hevgirtina YNK’ê û PDK’ê heya dawî berdewam bike, dibe ku encamek baş bê bidestxistin. PDK jî ferqa wê de ye ku xelkê Kerkûk aliyê welatperwerî û parastina xakê de cidî ye û heger aliyê kurd ne hilbijêre dê weke îxanetkar, xayîn û kujerê gelê xwe, dijminê doza xwe bê îlankirin. Ji bo bi vê yekê re rû bi rû neyê gavek paş avêtiye ku bi YNK’ê re li hev bikin. Ez bi xwe jî hêvîdarim ku PDK di vê biryara xwe de girêdayî û sadiq bimîne, ji pişt ve gelê xwe û doza gelê xwe xençer neke.”   NAXWAZIN HÊZ BIKEVE DESTÊ KURDAN   Roj, diyar kir ku dewleta tirk û Îran dixwazin li Kerkukê li gora berjewendiyên xwe hizbekê bidin serxistin û wiha pê de çû: “Ew alî çi dixwazin bikin, armanca wan çiye û polîtîkayek çawa birêve dibin. Ya rastî Tirkiyê, Îran û Iraq bi xwe jî naxwazin Kerkuk ji Kurdan re bimîne. Weke em dizanin artêşa Iraqê herî dawî bi ser gelê Kerkukê de çu, xwest taxa Newrozê ji kurdan re vala bikin û erebên li derve bînin li wir bi cih bikin. Li dijî guhartina demografya û paqijkirina bajêr a ji kurdan hêj berxwedaniya xelkê jî berdewam dike.    Divê em di serî de bibînin ku Kerkuk bajarek tijî petrol û dewlemendiya bin erdê, xwedî axeke bi bereket e. Tirkiye, Îran, Iraq û heya dewletên endamên NY, Emerîqa û hwd. dixwazin Kerkukê têxin bi xizmeta xwe. Bi taybet şerek nêz di navbera Tirkiyê, Îran û Iraqê de heye ku dimeşe. Bo wê li dijî kurdan tevdigerin. Tirkiyê bi Tirkmenan dixwaze encam bigire, Îran bi YNK’ê, yan şîayên ereb, Iraq jî bi şîa yan suniyên ereb li pey bidestxistina meqema walî û serokê parlamena Kerkukê ne. Ji ber kî bibe walî, kî bibe serokê parlamenê ew rojeva bajar, pêşveçunên herêmê jî diyar dikin, kontrol dikeve destê wan aliyan û bo wê, naxwazin ew însiyatîf, ew hêz bikeve destê kurdan.”    GELÊ KERKUKÊ DÊ PÊŞIYÊ LI GELEK TIŞTAN BIGIRE    Roj axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji vir û pê ve dê tekoşîna bo walî û serokê parlamena bajêr kûr bibe. Heman demî berxwedana xelkê bajêr jî yê berdewam bike. Bi taybet çalakiya kon ku li taxa Newroz didome yê berdewam bike. İsrara artêşa Iraqê ya valakirina taxê û bicihkirina erebên ji derve jî yê bidome. Lê ez bi xwe bihêvî me ku gelê Kerkukê yê pêşiya pir tiştan bigire, yê rêya rast û tekoşîna rast di bingeha welatparêzî de bimeşîne.”   MA / Omer Akin