Ji bo endamtiya KCD'ê biryarake emsal: Ne endamtiya rêxistinê ye 2024-02-10 09:25:22 AMED- Dadgeha Cezayê Giran a 4'emîn a Amedê diyar kir ku "cihgirtina di organên KCD'ê de" bi tena serê xwe wekî "endamtiya rêxistinê" nayê nirxandin û der barê Cabbar Laygara, Edîp Yaşar û Cafer Kan da biryara beraetê da.    Di sala 2016'an de li hemberî Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) lêpirsînek hat destpêkirin. Di çaçroveya vê lêpirsînê de bi sedan doz hatin vekirin. Di van dozan de "cihgirtina di organên KCD'ê de" wekî sûc hat hesibandin û ceza li gelek kesan hat birîn. Lê piştî ku Dadgeha Bilind biryar da ku "cihgirtina di organên KCD'ê de" bi tena serê xwe nabe sedema "endamtiya rêxistinê", Dadgeha Cezayê Giran a 4'an a Amedê jî biryareke girîng e. Dadgeha Cezayê Giran di doza bi sûcdariya "cihgirtina di organên KCD'ê de" biryara beraetê da.    Di bi sedan dozên ku di çarçoveya lêpirsîna di sala 2016'an de li dijî Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) hat vekirin de, gelek kes bi hinceta "beşdariya organên KCD'ê" di çarçoveya "endamtiya rêxistinê" de hatin cezakirin. Piştî biryara Dadgeha Bilind ku bi tenê beşdarbûna çalakî û çalakiyên KCD'ê ne sûcê "endamtiya rêxistinê" ye, 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê biryareke girîng da û bersûcên "Di organên KCD'ê de cih girtine" beraat kir.   Di lêpirsîna li hemberî KCD'ê de, ji ber "endamên dîwana serokatiyê ya KCD'ê û delegeyên KCD'ê bûn" li abbar Laygara, Edîp Yaşar û Cafer Kan doz hat vekirin. Dadgeha Cezayê Giran a 4'an a Amedê der barê LAygara de biryara beraetê û li Yaşar û Kan jî 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê birî.    Dadgehê ku sedema biryara xwe eşkere kir, "endamtiya meclisa KCD'ê" esas negirt. Dadgehê îşaret bi biryara Dadgeha Bilind kir ku cihgirtina di nava organên KCD'ê de bi tena serê xwe nabe endamtiya rêxistin û endamtiya Meclisa KCD'ê di nava delîlên sûcdarkirinê de nehesibandin.    Her sê kes jî di dema darizandinê de peywira xwe ya lI KCD'ê qebûl kirin. Dadgehê diyar kir ku beşdariya li civînên KCD'ê ne sûcê e, lê belê ji ber çalakiyên ku beşdar bne û "propagandaya rêxistinê" cez ali Yaşar û Kan birî.