Meşa Azadiyê li Licê ye 2024-02-09 18:30:51   AMED - Gelê Licê yê ku Meşa Azadiyê pêşwazî kir, li stranên kurdî bi meşvanan re govend gerand.   Milê Qersê yê "Meşa Azadiyê ya Mezin" ya ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û bi awayekî demokratîk çareserkirina meseleya kurd dest pê kir, gihaşt Licêya Amedê. Meşvan li têketina navçeyê bi girseyî hatin pêşwazîkirin. Piştî ku polîsan nehişt meşvan di rêya diyarkirî de bimeşin, girse bi berzkirina dirûşmeyan heya avahiya DEM Partiyê meşiya. Di dema meşaê de welatiyên li derdorê û di şaneşînên xwe de jî bi tilîlî û dirûşmeyan piştgiriya xwe ya ji bo meşê dan der.    Parlamentera DEM Partiyê Newroz Ûysal Arslanê ku piştî meşê li ber avahiya partiyê axivî, got: “Ev meş li her bajarê ku em tê re derbas dibin bandorek mezin dike. Gel silavê dide me û moral dide me. Azadî wekî ruh bi xwe re azadiyê tîne."   'EM JI BO AZADIYA OCALAN DIMEŞIN'   Parlamenterê Dem Partiyê Kamûran Tanhan jî mafê axaftinê girt, bertek nîşanî hewldanên astengkirinê da û got: "Îro em li Amedê, dilê Kurdistanê ne. Ji bo azadiya birêz Abdullah Ocalan 9 roj in em dimeşin. Licê bi tîpên zêrîn navê xwe di dîroka Kurdistanê de nivîsand. Licê li hemberî hemû zextan li ber xwe da."   Daxuyanî bi dirûşmeyên "Bijî berxwedana Îmraliyê" û "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" bi dawî bû.    Piştî daxuyaniyê girse derbasî avahiya navçeyê bû û li ber stranên kurdî govend hat gerandin.