Li 8 bajaran nobeta ‘azadiyê’: Çalakiya me dê edaletê bîne 2024-02-09 17:08:00   NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakgerên ji bo azadiyê fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Nobeta Edaletê digirin peyama, “Serkeftina çalakiyê dê edaletê bi xwe re bîne” dan.    Nobeta Edaletê ya bi daxwaza azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd li gelek bajaran hatiye destpêkirin, berdewam kir.    MÊRDÎN   Siyasetmedar û nûnerên rêxistinên demokratîk ên di Meşa Azadiyê de cih digirin çûn, serdana Nobeta Edaletê ya bi daxwaza azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd, hatiye destpêkirin. Meşvan bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hatin pêşwazîkirin.   ‘WEKE PÊŞENGTIYA GEL KIR’   Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir di serdanê de axivî û wiha got: “We pêşengtiya gelê kurd, pêşengtiya azadiya vî gelî kir. Îro meşvanên azadiyê guh dan dengê we, 9 roj in dimeşin. Dê ev vîna me, baweriya me bigihije milyonan. Dê bigihije dayikan, ciwanan û kurdan. Heya ku gelê kurd azad be û heya tecrîda ser birêz Ocalan tê rakirin, dê meşa me dom bike. Hûn dê her tim ji bo têkoşînê bibin meşaleya me. Baş e ku hûn hene.”   Nûnerê TUAY-DER’ê yê Mêrdînê Fettah Tekîn jî ev tişt gotin: “Divê Rêberê Gelê Kurd were berdan. Em dixwazin Nobeta Edaletê ya dayik digirin, mezin bikin. Encam û berdêla wê çi be bila bibe em di çalakiya xwe de bibiryar in. Em amadeyî dayîna vê berdêlê ne. Dayik jî amadeyî dayîna vê berdêlê ne. Ji ber vê sedemê em ê qet dest ji çalakiya xwe bernedin.”    WAN   Çalakiya Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya TUHAY-DER’ê bi dirûşmeya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Bajar hatiye destpêkirin di roja 67’an de berdewam kir. Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Ercîşê û şêniyên Taxên Seyît Fehîm Arvasî û Serhatê serdana çalakiya nobetê kirin.    Dayika Aştiyê Fatma Serhatli ya di çalakiyê de axivî, destnîşan kir ku divê tecrîda mûtleq a li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê pêkanîn demildest bi dawî bibe û wiha got: “Em nobeta ku dayikên me daye destpêkirin silav dikin. Hêviya me ew e ku ev çalakî bigihe armanca xwe û edaletê bi xwe re bîne. Em weke dayik dixwazin ev tecrîd demildest bi dawî bibe.”    EDENE   Nobeta Edaletê ya pêşengtiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Edene Akdenîzê hatiye destpêkirin di roja 68’an de berdewam dike. Nobeta ku li avahiya komeleyê tê girtin îro rêveberên Rêxistina DEM Partiyê ya Yuregîrê ji Dayikên Aştiyê dewr girt.    Dayika Aştiyê Bînnaz Karakaş a di dema dewrkirina nobetê de axivî, xwest ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan demildest were bidawîkirin û azadiya wî were pêkanîn. Karakaş, da zanîn ku ji bo azadiya Ocalan û girtiyên din û hatina edaletê ya li welat di Nobeta Edaletê de ne.    Lawê Ayşe Şîmşek a di Nobeta Edaletê de cih digire Sedat Şîmşek, 8 sal in li Girtîgeha Tîpa T a Kurkçuler a Edeneyê tê ragirtin. Dayik Şîmşek, da zanîn ku ji ber cezayên dîsiplînê yên tên birîn nikare bi bi lawê xwe re hevdîtinê bike û diyar kir ku bi hezaran girtî bi awayekî bêsûc li girtîgehan tên ragirtin. Şîmşek, destnîşan kir ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî tev li çalakiyê bûye.    MÊRSÎN    Nobeta Edaletê ya li Mêrsînê bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Çûkûrovayê (Çûkûrova TUAY-DER) li avahiya komeleyê hatiye destpêkirin jî di roja 68’an de berdewam kir. Rêveberên DEM Partiyê û gelek Dayikên Aştiyê tev li nobeta îro bûn. Di çalakiyê de her tim dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin jiyan azadî” hate berzkirin. Çalakvanên di nobetê de cih digirin, diyar kirin ku heta encamekê bidest  dixin dê çalakiya xwe bidomînin.    STENBOL    Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) li Stenbolê hatiye destpêkirin li avahiya DEM Partiyê ya Esenyûrtê berdewam kir. Li eywana çalakiyê pankartên “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiya civakî em bibin dengê zindanan” û “Ji dayikên lehengan hezar silav li zindanan. Emê bi hêza xwe tecride bişkînin u jiyana azad bikin” hatin daliqandin. Di nobeta edaletê de ku tevahiya rojê serdan çêbûn eleqeya jinan bal kişand ser xwe. Ji bilî welatiyan Rêxistinên DEM Partiyê yên Beşîktaş û Çatalcayê serdana nobetê kirin.    Rêveberê MATUHAY-DER’ê Ridvan Karataş ê di nobetê de axivî, beşdarvan silav kirin û wiha got: “Ji bo ku bibin dengê bi hezaran hevalên xwe nêzî 2 meh in çalakiya xwe didomînin. Hûn dizanin li 7 herêman çalakiya dayikên me berdewam dike. Em jî dixwazin tecrîda li ser birêz Ocalan were rakirin û tecrîdê lanet dikin. Bi gel û hevrêyên xwe re heta ku tecrîd radibe em ê çalakiyên xwe bidomînin.    Nobeta Edaletê bi klamên kurdî re berdewam kir.    AMED   Nobeta Edaletê ya ku li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Rezan a Amedê bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) hatiye destpêkirin di roja 67’an de berdewam kir. Dayikê girtiyê nexweş Şaban Kaygûsûz, Dûrrî Kaygûsûz a ji Dîlokê hat, rêveberên Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG) serdana nobetê kirin.    Dayika girtiyê nexweş Şaban Kaygûsûz ê ji sedî 90 astengdar e û dest û lingên wî yên rastê nînin û li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2’yan a Bunyana Kayseriyê tê ragirtin, Dûrrî Kaygûsûz, strana ji bo lawê xwe çêkirî got. Dayik Kaygûsûz dê 3 rojan piştgiriya nobetê bike.    Li ser navê rojnamegeran Seroka MKG'ê Roza Metîna axivî û diyar kir ku ji bo piştevaniya çalakiyê ew hatine serdanê û got: “Têkoşîneke mezin didome û berxwedaneke ku roj bi roj mezin dibe heye. Ev berxwedana li gelek qadan bûye çalakiyeke mezin, tê wateya ku têkoşîn hatiye hembêzkirin û gihîştiye armanca xwe. Meşa Azadiyê ya hatiye destpêkirin û ev meşa azadiyê ne tenê li Kurdistanê, li Tirkiyeyê jî bandora xwe dike. Kelecana gel ne tenê îradeya di vê têkoşînê de xurt dike, di heman demê de mezintir jî dike. Ewropa jî li ser piyan e. Bi vê yekîtî û hevgirtinê em hevgirtina xwe mezintir dikin û em bawer dikin ku em ê bigihên rojên xweş.”   ÊLIH   Çalakiya Nobeta Edaletê ya ku li avahiya DBP’a Êlihê hatiye destpêkirin jî di roja 9’an de berdewam kir. Çalakvanan pêşmalkên bi kurdî û tirkî nivîsa “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin. Ji bilî nûnerên partiyên siyasî yên li bajêr, rêxistinên sivîl ên civakî û gelek welatiyan serdana nobetê kirin. Di nobeta tevahiya rojê berdewam kir de her tim dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” , “Em ê bi berxwedanê serbikevin” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin.    Nobet bi stranên kurdî yên hatin gotin bi dawî bûn.    ÎZMÎR    Çalakiya Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya EGE TUHAYDER û Tevgera Jinên Azad (TJA) li Îzmîrê hatiye destpêkirin di roja 21’an de berdewam kir.    Di Nobeta Edaletê ya li Nûnertiya DBP’ê ya Herêma Egeyê didome de bi kurdî û tirkî pankarta “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiya civakî em bibin dengê zindanan” hate daliqandin. Her tim dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin. Rêxistinên DEM Partiyê yên Denîzlî û Îzmîrê û welatiyan serdana nobetê kirin.    Dayika Bayram Kaymaz ê li Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê tê ragirtin, Medîne Kaymaz, anî ziman ku ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne. Kaymaz, anî ziman ku ne tenê ji bo kurdan ji bo hemû gelan nobetê digirin û got: “Birêz Abdullah Ocalan 25 sal in li Girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin. 3 sal in destûr nayê dayîn ku bi kesê re hevdîtinê bike. Heta ku ew li Îmraliyê be, kes rehet nake. Em li dijî zilmê ne. Heta ku dengek ji Ocalan neyê em ê çalakiya xwe bidomînin.”   Nobeta Edaletê bi klaman berdewam kir.