Meşvanên Azadiyê bi suryan û ereban re civiyan 2024-02-09 17:03:18 MÊRDÎN - Kesên di “Meşa Mezin a Azadiyê” de cih digirin li Mêrdînê bi cemaeta suryanan û gelê ereb re hatin gel hev.    “Meşa Mezin a Azadiyê” ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd di 1’ê sibatê de li Qers û Wanê hatibû destpêkirin didome. Baskê Wanê di roja 9’emîn de li navçeya Artuklu ya Mêrdînê çendek hevdîtin kir. Meşvan, çûn serdana Manastira Deyrulzafaranê. Li vir ji hêla Metroplîtê Cemaeta Suryan Saliba Ozmen ve hate pêşwazîkirin. Meşvanan heta demekî bi Ozmen re sihbet kir û li nava manastirê geriyan.    ‘GELÊ KURD AŞTIYÊ DIXWAZE’    Meşvan piştre jî çûn serdana Komeleya Ereban. Di serdanê de dayika Sêvê Demîr, Sakîne Demîr axivî û ev tişt anî ziman: “Heke gel rabe ser pêyan dê ev têkoşîn bigihije encamekê. Gelê kurd bi saya têkoşîna xwe heta van rojan hat. Ev destkeftî bi saya vê têkoşînê ne. Gelê kurd aştiyê dixwaze. Bila tecrîda li ser Serok bê rakirin û girtî bên berdan. Ew li hundir û dayik jî li derve li ber xwe didin.”    Rêveberê komeleyê Alaaddîn Turan jî got ku ew piştgiriyê didin Meşa Azadiyê.    Meşvan piştre jî derbasî avahiya DEM Partiyê bûn. Meşvan dê herî dawî jî biçin Qoserê.