‘Heke hûn demokrasiyê bixwazin wê demê deriyên Îmraliyê vekin’ 2024-02-09 12:16:22 ÇEWLIG - Kesên di baskê “Meşa Mezin a Azadiyê” yê Qersê de cih digirin gihiştin Çewligê. Ki meşvanan Parlamentera DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît di meşê de wiha got: “Heke hûn demokrasiyê bixwazin, wê demê deriyên Îmraliyê vekin.”    “Meşa Mezin a Azadiyê” ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk di 1’ê sibatê de li Wan û Qersê hatibû destpêkirin di roja 9’an de berdewam dike. Siyasetmedar û nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk ên di baskê meşê yê Qersê de cih digirin, meşa xwe li Çewligê domandin. Meşvan, li ketina bajar ji hêla gelek kesan ve bi coş hatin pêşwazîkirin. Di pêşwazîkirinê de gelek caran dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" hate berzkirin. Piştre jî meşvan ber bi navenda bajar ve meşiyan û li vir daxuyanî dan.    'JI BO DEMOKRASIYÊ DERIYÊN ÎMRALIYÊ VEKIN’   Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît li vir axivî û got ku dîrok û zimanê kurdan tê înkarkirin. Koçyîgît, wiha domand: “Ev feraseta yekperest ev 100 sal in didome. Em jî li dijî vê feraseta yekperest dimeşin. Ji bo ku gelên me bikarin bi hev re bijîn, divê pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk bê çareserkirin. Pirsgirêka kurd jî bi muzakereyên bi birêz Ocalan re dikare bê çareserkirin. Bi girtina deriyên Îmraliyê re îradeya pêkvejiyanê jî ji holê rakirin. Bi girtiyan deriyên Îmraliyê re deriyên zilmê vekirin. Em jî ji bo vekirina rêya aştiyê dimeşin.”    Koçyîgît, axaftina xwe wiha domand: “Ji Ocalan agahî nayên girtin û em nizanin di çi şert û mercan de dimîne. Em dengê birêz Ocalan nabihîsin. Em xwedî li îradeya aştiyê ya ku dixwazin bifetisînin derdikevin. Hûn dê deriyên Îmraliyê vekin. Heke hûn aştiyê bixwazin, wê demê divê hûn birêz Ocalan berdin.”    Bernameya Çewligê bi gerandina govendê bi dawî bû.