Endamê MYK’a SGDF’ê Koyun hate binçavkirin 2024-02-09 11:38:52   ENQERE - Endamê MYK’a SGDF’ê Muslum Koyun di encama serdegirtina malê de hate binçavkirin.    Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî ya Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) Muslum Koyun îro li Eskîşehîrê di encama serdegirtina malê de hate binçavkirin. Koyun ku bi hinceta parvekirinên li ser medyaya dijîtal hate binçavkirin, birin Şaxa TEM’a Midûriyeta Emniyetê ya Eskîşehîrê.    Hêjayî bibîrxistinê ye ku Koyun 9 mehan girtî mabû û di 5’ê çileyê de hatibû berdan.